AMED - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu, têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, diyar kir ku kujer diyar in, lê heta niha kesek jî di çarçoveya dosyayê de neçûne îfade nedaye. Tanrikulu, anî ziman ku di lêpirsînê de tu pêşketin tune.
Baroya Amedê têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li ber mînareya çar ling hat kuştin li ber Edliya Amedê çalakiya heftane ya roja înê berdewam kir. Baroyê xwest kujer bên darizandin û cezakirin. Parêzer û rêveberên Baroyê di hefteya 69’an de li ber Edliya Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta wêneyê Elçî ku bi kurdî û tirkî li ser "Em te ji bîr nakin û nadin ji bîrkirin" hatibû nivîsandin hat vekirin. Di vê hefteyê de Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu beşdarî çalakiyê bû. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, anî ziman ku ji bo kujer bên darizandin û hêza tarî ya li pişt kuştina Elçî ronî bikin û ceza bikin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.
‘HETA NIHA KESEKÎ JÎ ÎFADE NEDAYE'
Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî anî ziman ku lêpirsîn nayê meşandin û heta niha têkildarî dosyaya buyerê îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin û bang li tu kesî nehatiye kirin. Tanrikulu, anî ziman ku 15 meh di ser kuştina Elçî re derbas bû, lê hêj tu gavên şênber nehatiye avêtin. Tanrikulu, anî ziman ku ger bûyer neyê ronîkirin ji bo wan şere û mixabin heta wê demê lêpirsînek çalak nehatiye meşandin. Tanrikulu, da zanin ku 15 mehan de hêj têkildarî dosyayê îfadeya tu kesî nehatiye girtin û ji bo ronîkirina bûyerê jî tu hewldan tune ye û wiha got: "Ger ku der barê berpirsiyarê Yenikapi de lêpirsînek bê kirin dê bûyer ronî bibe û ji ber heta niha tu lêpirsîn nehatiye kirin bûyer ronî nebûye.
Em heta ku sax bin em dê lêpirsîn û lêgerînê berdewam bikin Ji bo kujer bê dîtin em dê her dem di nava hewldanan de bin.
Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.