Emîne Ayna hat berdan

AMED - Parlametera berê Emîne Ayna, hat berdan.

Hevseroka DBP’ê ya berê û parlamentera berê Emîne Ayna ku di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin sewqî dadgeha Amedê hat kirin. Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de pirsên derbarê guhdarkirinên, dema hevserokatiya DBP û KCD’ê dikir jê hat pirsîn bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Ayna ku bi îdîaya “endama rêxisitnê ye” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê yê Nobedar hat kirin bi şertê “kontrola edlî” hat berdan û derketina wê ya derveyî welat jî hat qedexekirin.