ŞIRNEX - Welatiyên Qilebanê yên ku endam û rêveberên HDP û DBP’î yên li herêmê xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin pêşwazî kirin, diyar kirin ku ew jî guherandina Qanûna Bingehîn qebûl nakin û ew ê bibêjin "Na".
Li Qilebana Şirnexê û gundê Derahînê rêxistinên DBP ,HDP'ê, hevşaredara Qilebanê Zeynep Urun û Parlementera Şirnexê Aycan Îrmez di çarçoveya xebatên hilbijartina 16'ê Nîsanê de serdana esnaf û gel kirin. Rêveberan di serdanê de belavokên "Na"yê jî li gel belav kirin. Gundiyên Derahînê û esnafên Qilebanê ji serdana Îrmezê û hevalên wê kêfxweş bûn û dan zanîn ku, ew jî guherandina Qanûna Bingehîn qebûl nakin û ew ê di hilbijartina 16'ê Nîsanê de ji rejîma yekesiyê re bibêjin "Na".
Zarokên gund jî bi nîşana serketinê piştgîrî dan xebatên "Na" yê.
Her wiha Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî li bajaroka Erebanê û gundên Hezexê serdana gel kir. Bîrlîk di serdana gundan de rastî eleqeyek zêde hat û şêniyên gundan diyar kirin ku, ew ê weke her dem dengê xwe bidin xwe.