ENQERE - Nûçegîhanê me Hayrî Demir ê 9 rojan di bin çavan de hat ragirtin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, hat berdan.
Nûçegîhanê me Hayri Demir ê di 16'ê Adarê de li Enqereyê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan. Her wiha derketina derveyî welat jî li Demir hat qedexekirin.
Ji Demir nûçeyên li Rojavayê çêkirine hatin pirsîn. Demir, di parêziya xwe ya li dadgehê de got, nûçeyên wî di çarçoveya fealiyetên rojnamgeriyê de ne.
Her wiha Emrah Dogan ê ji heman dosyeyê hatibû binçavkirin jî bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan û derketina derveyî welat jî lê hat qedexekirin.