AMED- Li naveçaya Sûrê ya Amedê par di dawiya meha mijdarê de qedexeya hatibû îlankirin û şerê dijwar qewimî li 6 taxên navçeyê salek li pey xwe hişt. Li navçeyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, di nav de avahiyên dîrokî jî heye hezar û 312 avahî bi temamî hatin xirakirin, piranî jî hatin texrîbkirin. Li navçeyê aborî jî têk çû.
Navçeya Sûrê ku ji 33 şaristaniyê re şûnwarî kiriye ji gelek bawerî û zimanan re bûye hêlîn, bi Sûr, Çemê Dîcleyê, Baxçeyê Hevselê û dîroka 7 hezar salan balê dikişîne ser xwe. Sûr ku bi dêr, dîrok, mal kuçeyên xwe yên deng xwedî taybet e bi şerê kolan û taxan dîza cihê xwe di dîrokê de girt.
SALEK E XEDEXE DIDOME
Di salekê de gelek caran qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Lê herî zêde piştî 28’ê Mijdarda 2015’an dest pê kir. Piştî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li dijî talankirin û wêrankirina çand û dîrokê di 28’ê mijdarê de li ber Mînareya Çarling daxuyanî da û hat qetilkirin qedexeya derketina kolanan dîsa dest pê kir û şer dest pê kir. Piştî salekê bê navber şer dest pê kir, çend taxên wê bi tang û topan ser û bin bûn. Bi hezaran xaniyên dîrokî xera bûn û bi hezaran kes koçber bûn. Li Sûrê piştî 15’ê Texaba 2015'an rêveberiya cewherî hat îlankirin û
Piştre qedexeya derketina kolan hat îlankirin. Ji 15’ê Tebaxa 2015’an heta niha 5 caran qedexe hat îlankirin û herî dawî piştî 28’ê Mijdarê qedexeya demdirêj hat îlankirin.
OPERASYON BI NAVÊ “Bayrak-12 (Sur) PÊK HAT
Di operasyonê de 7’emîn Fermandarê Milê Artêşê Korgeneral Îbrahim Yilmaz şer bi rêve dibir. Piştî Yilmaz Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Musa Çîtil ê bi komkujiya 13 gundiyên Dêrikê tê nasîn şer bi rêve bir. Fermandra Îbrahim Yilmaz jî piştî dardbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê di 27’ê Tirmehê de hat girtin. Qedexeya Kolanan a Sûrê ya demdirêj di 2’ê Kanûna 2015’an de dest pê kir û 98 rojan bê navber berdewam kir. Piştî şerê dijwar ê 3 mehan Wezîrê karên Hundir ê berê Efkan Ala di 9’ê Adara 2016’an de aşkere kir ku operasyon qediyaye. Lê li gel ku 9 meh di ser qedexeyê re derbas bû jî hêj li ser çend taxan qedexeya derketina kolanan didome. Piştî daxuyaniya “operasyon qediya ye” jî dîsa qedexeya ketin û dertetina kolanan didome û mal û xaniyên bi tang û topan nehatin xerakirin jî bi kepçeyan ji aliyê rayedarên dewletê ve hatin xerakirin. Bi hezaran polîs û leşker bi tang û topan ketin navçeyê û xwestin serî bi tewînin.
ŞER LI STENBOL Û KUDUSÊ EW QAS DI BER XWE NEDA
Bi hezaran polîs û leşkeran bi tang û topan operasyon pêk anî. Bê navber bi tang û topan warên dîrokî dan ber guleyan. Ciwanên taxê ku di çarçoveya “xwerêveberiya cewherî de” taxên xwe parastin 3 melan li dijî hezaran leşker û polîsan şer kir. Şerê ku li Sûrê dest pê kir şerê li Konstantinopolis (Stenbol) û Kudus jî derbas kir.
LI SÛRÊ YPS/YPS-JIN HAT AVAKIRIN
Ciwanên ku li Sûrê tax û kolan parastin pişytî li navçeyên Sûr, Hezex û Nisêbînê navê xwe yê Yekitiya Parastina Sivîl (YPS) û Yekîtiya Parastina Sivîl a Jin (YPS-JIN) ava kirin. Jinan bi navê “Kozikên Mor” YPS-JIN îlan kirin.
Her ku şer dirêj bû li gel tîmên taybet, polîsên taybet û leşkeran ketin Sûrê. Ji ber şer dijwar bû û gelek polîs û leşker hatin kuştin vê carê "Bordo Bereli" yên di bin baneyê Fermandariya Hêzên Taybet de 150 kes ketin Sûrê. Lê dîsa encama dixwestin bi dest nexistin.
HER DER XERA KIRIN
Di şerê Sûrê ku bi mehan dewam kir de bi hezaran warên dîrokîhatin rûxandin.
Mizgefta Kurşunlu ya dîrokî, hat rûxandin. Nûçegîhanên Ajansa Anadolu bi maşîneyên zirxî birin cihê bûyerê û nûçe çêkirin û wekî ku ciwanên taxê xera kiribin nîşan dan. Lê piştre derket holê ku mizgeft bi çekên lav ên leşkeriyê hatiye rûxandin.
Di şerê sûrê yê 98 rojan de 73 cenaze hatin derxistin. Di çalakiyan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. 2 serbaz û tegmen jî di navde 53 leşker, 17 polis û 1 sercerdevan bi giştî 71 leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 392 leşker, 128 polîs, 3 cerdevan bi giştî 523 kes birîndar bûn. Hezar û 312 xanî hatin xerakirin. Walîtiyê diyar kir ku dê 3 hezar û 187 xanî zerar ditine û hezar û 434 xaniyên din dê bên xerakirin.
600 MİLYON TL ZERAR ÇÊBÛ
Di operasyonê de bi seran esnaf dikan girtin û 600 milyon TL zerara abori pêk hat.
SEROKWEZÎR 2 PAKET AŞKERA KIR LÊ...
Piştî ku li Sûrê ewqas texrîbat hat jiyîn serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu bi gotina "Em ê Sûrê ji nû ve înşa bikin" di 1'ê nîsanê de li Xana Hasanpaşa ya dîrokî "paketa teşwîqê" aşkera kir. Dİ paketa ku hat aşkerakirin de gotina dê Sûrê li gorî mîmariya Selçukiyan û Osmaniyan ava bikin bû seema nerazîbûnan û nîqaşên ku ne bingeha dîrokî ya avahiyên Sûrê dê xira bibin nîqaşên ku dê mîmarî û dîroka sûrê bû xinakirin hat kirin. Dîsa gotina Davutoglu ya "ez dixwazim bila li Sûrê malekî min hebe" jî bû sedema nerazîbûnan. Piştî aşkerakirina paketê li Sûrê xirakirin her çû zêdetir bû.
Li Sûrê bêyî mexdûrbûna gel be derbaskirin Davutoglu ji serokweziriyê di 5'ê gulanê de îstiga kir li şûna wî di 22'yê gulanê de Bînalî Yildirim hat hilbijartin. Wekî Davutoglu, Yildirim jî di 4'ê îlanê de li Navenda Kongreyê ya Cahît Sitki Taranci ji bo 23 bajaran di bin navê "HAmleya Piştevaniya Razemeniyê ya Başûrêrojhilat û Rojhilat" paket aşkera kir. Yildirim daxuyaniya "Ji bo Sûrê em 1,9 milyar razemenî dikin" da. Ji wê rojê heta niha li Sûrê jibilî xirakirinê tiştek nehat kirin.
CENAZE BI MEHAN NEHAT DAYÎN
Cenazeyên endamên YPS û YPS-JIN ên ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dan li kolanan hatin hiştin û bi rojan nehatin dayîn. Polîs û leşkeran destur nedan cenaze bên girtin. Malbatên Mesut Sevîtek, Îsa Oran, Ramazan Ogut, Rozerîn Çukur ji ber ku canezeyên zarokên wan nehat dayîn di 2'ê çileyê de li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Di greva birçîbûnê de gelek malbatan jî piştgirî dan grevê û çûn serdanê li aliyê din jî ji bo cenaze bê dayîn ketin nava hewldanan. Piştî greva birçîbûnê ya 19 rojan, cenazeyên Sevîktek û Oran piştî 27 rojan dan malbatan. Agahiyên ku îşkence li cenazeyan hatiye kirin, malbat nikarin nas bikin hatin rojevê.
CENAZEYÊ HAKAN ASLAN HÊ JÎ NEHATIYE DÎTIN
Ji bo cenaze bên dayîn malbatan bi pêşengiya DBP û HDP'ê di 21'ê kanûnê de li Sumerparkê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Li vir nêzî 2 mehan nobet hat girtin, piştre jî malbat çûn Navenda Çandê ya Dîcle Firatê ku 100 metre durî cenazeyên zarokên wan e û li vir çalakiya xwe berdewam kirin. Ligel ku qedexeyê salek li pey xwe hişt jî cenazeyê Hakan Aslan hê jî nehatiye dîtin. Malbata ku ji bo cenaze bigire li ber xwe dide ligel hemû hewldanan jî xwe negihandiye cenaze.
LI HER DERÊ QEREQOL HAT AVAKIRIN
Li navçeyê gelek dibistan, waregeh, otel hatin desteserkirin û kirin qereqol. Ligel ku Green Park Otel ligel ku cihê taybet e jî ji aliyê tîmên taybet ve wekî biryargeh hate bikaranîn. Waregeha Xwendekaran a Halît Bîn Velît jî tîmên taybet bi cih bûn. Li Amedê û Sûrê gelek navendên tenduristiyê û dibistan hatin valakirin û kirin noqteyên polîsan. Dîsa li Sûrî li 12 noqteyan di bin navê klubeyên ewlehiyê de qereqol hatin avakirin.
DI BIN NAVÊ ÎSTÎMLAQKIRINÊ DE PLANA DAGIRKIRINÊ
Ji saziyên dewletê bi hevkariya emniyet, Midûriyeta Lijneya Herêmê ya Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê û hevkariya Lijneya Wezîran li Sûrê plana nû xistin dewreyê. Di 23'yê adarê de piştî ku molaz hatin derxistin û ji bo qereqol û qalaqol bên çêkirin 8 made hatin qebûlkirin. Di van madeyan de ji bo xirakirina Sûrê qilifa hiqûqî hat dîtin di 21'ê adarê de jî ji aliyê lijneya Wezîran biryara îstimlaqkirina Sûrê xistin dengdanê. Di biryara ku 25'ê adarê hat weşandin de 6 hezar û 300 parselên Sûrê hatin îstimlaqkirin. Di nava van cihên ku hatin îstimlaqkirin de ji dêran heta hemaman bi sedan avahiyên dîrokî hene.
Azîz Oruç - dîhaber