ŞIRNEX - Hevşaredarê bajaroka Tilqebînê Rabia Takas û Tahir Aytiş hatin berdan.
Hevşaredarên bajaroka Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê Rabia Takas û Tahir Aytiş yên ku di 22'yê Mijdara 2016'an bi hinceta, "endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin hatin berdan. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnex di biryara xwe ya navbera doza ku îro hat dîtin de, biryara serbest berdana her du hevşaredaran da û Rabia Takas ji Girtîgeha Rihayê û Tahir Aytiş ji Girtîgeha Osmaniyeyê derketin.