AMED - Şanoger Kemal Ulusoy ê bi "Hayirli Dakîkalar"ê piştevaniya kampanyaya "Na"yê dike, bi "Şoreşa Cotmehê" re "Na" û pergala serokdewletiyê vegot. Li ser çapemeniya civakî vîdeo rastî eleqeyeke zêde tê û di vê vîdeoyê de bi peyama "Em ê te nekin Çar" qelîneyan dike.
Her ku referandûm nêz dibe, kampanyayên "Na"yê jî xurt dibin û didomin. Ji mecrayên herî zêde û bi awayekî xurt kampanyayên "Na"yê tên birêvebirin jî çapemeniya civakî ye û her roj tiştên cuda û balkêş tên çêkirin. Şanoger Kemal Ulusoy ê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin ji peywirê hat îxrackirin bi "Hayirli Dakikalar" (Deqîqeyên Na'yê) piştevaniya kampanyayê dike. Vîdeoyên "Hayirli Dakîkalarê" rastî eleqe û ecibandineke zêde tên. Ulusoy, bi mîzah û axaftina xwe ya bandorker bûyerên dîrokî di çarçoevya "Na"yê de vedibêje.
‘VÎDEOYA NA'YÊ'
Ulusoy ê bi gotina "Di dîrokê de referandûma yekemîn Newroz e" dest bi vîdeoyê dike, bi têmaya "Şoreşa Cotmehê" re bi şêweyeke mîzahî balê dikêşe ser "Na"yê. Di vîdeoya 2 deqîqeyî de Ulusoy bi nêrîneke cuda Şoreşa Cotmehê vedibêje û bi vê re "Na"yê derdixe pêş. Ulusoy balê dikêşe ser Lenîn, Enqels, Marks û bi vî awayî pergala serokdewletiyê rexne dike û qelîneyan (gotinê davêje ber) dike. Dı videoyê de gotinên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ê dema hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an "Em ê te nekin serok" bi bîr dixe û beramberî vê wiha dibêje: "Em ê te nekin Çar".