Bi sedemên cur bi cur piştevaniyê didin kampanyaya 'Na'

AMED - Li gelek bajaran piştevaniya kampanyaya HDP'ê ya "Tenê NA be" tê kirin. Di vîdeoyên hatine kişandin de, ji her derdorê welatî sedemên xwe yên "Na"yê vedibêjin.

Li gelek deveran piştevaniya kampanyaya referandûmê ya HDP'ê tê kirin. Ji Colemêrgê heta Amedê, ji Wanê heta Edeneyê û Mêrdînê karker, kedkar, esnaf, gundî, zarok û dayik piştevaniya kampanyaya "Na"yê dikin. Ji bo kampanyaya "Tenê NA be", li ser civaka medyayî dîmenên cuda tên parvekirin û ev dîmen bi awayekî zêde balê dikêşin.

Malbata ku li gundê Colemêrgê bi sewalvaniyê debara xwe dike wiha beşdarî kampanyayê bû: "Bila her kesê bibêje 'Na', em nabêjin 'Erê'. Na, Na, Na."

Li Hala Zebzeyan a Amedê esnafek wiha piştevaniya kampanyayê kir: "Berî referandûm bibe rojev, ev sêv li Amedê 1-1,5 TL bû. Niha 2-2,5 TL ye. Ji ber vê em dibêjin 'Na'. Bila sêv buha nebin."

Welatiyekî wanî yê cotkariyê dike jî wiha dibêje: "Her diçe hizûr namîne, kar kêm dibe, aborî xerab dibe. Girtin, mirin, komkujî zêde dibin. Ma em ê çawa bibêjin 'Erê'."

Li Edeneyê dayikek jî wiha sedemên xwe rêz kirin: "Heta em sax bin em ê bibêjin 'Na'. Ma li gel evqas zilmê jî qey em ê nebêjin 'Na'." Li Wanê xwendekarekî zanîngehê jî wiha dibêje: "Ji bo azadiyê em dibêjin 'Na'."

Li Amedê pirtûkfiroşek jî wiha bang li her kesî kir da biçin ser sindoqan: "Em ê ji bo Cizîrê bibêjin 'Na', em ê ji bo Nisêbînê bibêjin 'Na', em ê ji bo gelê kurd bibêjin 'Na'. Bang li hemû kurdan dikim, da biçin ser sindoqan û bibêjin 'Na'. Bila nebêjin me ew qedandin, teslîm girtin. Nikarin me teslîm bigirin."

Li Wanê ciwanekî din jî wiha dibêje: "Naxwazim zilamek, zimanek, alayek li ser kar be." Welatiyekî din jî wiha piştevaniya xwe ragihand: "Ez ji rejîmeke wisa û yekzilamiyê re dibêjim 'Na'. Ji bo Selahattin Demirtaş û hemû wekîlên me dibêjim 'Na'."

Li mêrdînê ciwanên ku dê cara ewil dengê xwe bi kar bînin wiha gotin: "Ji bo careke din zarok nemirin em dibêjin 'Na'." Dayikek jî wiha dengê xwe bilind kir: "Na weleh Na."