Şaredarî bi şertê endamtiya AK Partiyê karkeran digire

MÊRDÎN - Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin, 148 karker ji kar hatin derxistin. Hat îdiakirin ku li şûna karkerên ji kar hatine derxistin, şaredarî bi şertê endamtiya AK Partiyê û beşdarbûna çalakiyên wê karkeran digire.

Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin. Piştî tayînkirina qeyûm, heta niha 148 karker ji kar hatine derxistin. Karkerekî li şaredariyê dixebite û nexwes navê xwe bibêje, geşedanên li şaredariyê vegot. Karkerê nexwest navê xwe bêje, ragihand ku kom bi kom karker ji kar hatine derxistin. Anî ziman ku beriya ji kar derxistinê ekîbên ji Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Polîsan a Nisêbînê lîsteya karkeran digirt, di lîsteyê de kîjan karker û malbata wan endamên HDP, DBP'ê û der barê wan de lêpirsîn hebin ji kar derxistine. Her wiha hat îdiakirin ku Serokê AK Partiya Navçeyê Latif Ozen jî mudaxileyî lîsteya karkerên ji kar hatin derxistin kiriye.

ŞERTÊ ENDAMTIYÊ

Her wiha hat ragihandin ku di hemû serlêdanên şaredariyê û ÎŞKÛR'ê de şertê endamtiya AK Partiyê hatiye danîn. Karker anî ziman ku hemû karkerên ku dest bi kar kirine pêşî dibin endamê AK Partiyê û paşê dest bi kar dikin û her wiha şertê ku beşdarî hemû çalakiyên AK Partiyê yên li navçeyê bibin hatiye danîn.