Debara xwe bi elelokan dike

COLEMÊRG - Welatiyê bi navê Yakup Armut, elelokên ku di werza biharê de dema hîn çêlik bûn girtin û di dorhêla xwezayê de mezin kirin, bi hatina zivistanê re dest bi firotina wan kir.

Welatiyê bi navê Yakup Armut ê ku taxa Merzana Colemêrgê dijî, elelokên ku ji Amedê hêj çêlik bûn anî û 7 mehan xwedî kir bi hatina meha zivistanê re dest bi firotina wan kir. Armut, diyar kir ku li bajar derfetên kar tune ne, ev 7 mehe bi vî karî re mijûl dike û debara xwe bi vî karî dike. Armut, anî ziman ku bi hatina zivistanê re karê wan baş bûye û bi hatina sersalê re dê karê wan baştir bibe.

JI XWEZAYÎ XWEDÎ DIKE

Armut, bi lêv kir ku elelokên ku bi xwezayî xwedî kiriye, li gorî xwestekan yan bi saxî yan jî bi serjêkirî difiroşe welatiyan û wiha got: "Armanca me ew e ku em vî karî bidin domandin. Em elelokên xwe şevê dixin axiran, rojê jî berdidin xwezayê û li zeviyên Merzanê diçêrînin. Elelokên me di dorhêla xwezayê de mezin dibin."

Armut, elelokan bi 120 an 200 TL difiroşin û wiha axivî: "Em şevê û rojê du caran nan didin elelokan. Bi rojê ji xwazayê em xwedî dikin. Em bi hêvî ne ku em ê vî karî hertim bi ser bixin."