AMED - Welatiyên Amedê serdana Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim ê di 1'ê Nîsanê de dê bê Amedê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku ew bi kîjar rûyê bên û wiha gotin: "Em naxwazin Erdogan bê Amedê. Bila berê hesabê Ceylan Onkol, Dayika Taybet û Kemal Kurkut bidin û piştre bên."
Serokomar Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim beriya referandumê di 1'ê Nîsanê de tên Amedê. Beriya Erdogan û Yildirim bên Amedê, welatiyên Amedê bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Amediyan anîn zimam ku heta niha bi dehan caran Erdogan hat Amedê û tiştek nehat guhertin. Amediyan bertekên xwe nîşanî hatina Erdogan dan û destnîşan kirin ku ew naxwazin Erdogan bê Amedê. .
‘BILA HESABÊ KEMAL, CEYLAN, TAYBET BIDIN Û PIŞTRE BÊN'
Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê yê 23 salî Başer Ozkaya, anî ziman ku Serokomar ê kurdan wekî 'terorîst' dibîne hatina wî ne samîmî ye û wiha got: "Beriya hilbijartinê hatina Erdogan ranta siyasî ye. Dixwaze xwe bi kurdan şêrîn bike. Em wî li Amedê naxwazin. Bila qet neyên Amedê. Dengê em bidin wan tune ye. Ger ku ji sedî 10 ji wan re derkeve jî zêde ye. Ger ku Erdogan û Yildirim bên Amedê jî divê berê hesabê Ceylan Onkol, Dayika Taybet û Kemal Kurkut bidin."
'EM JIN ERDOGAN NAXWAZIN
Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Ronahî Aydin a 21 salî jî diyar kir ku ew hatina Erdogan qet naxwazin. Aydin, anî ziman ku Erdogan bê jî bi hatina xwe şa nabe û wiha got: "Em hatina Erdogan li Amedê naxwazin. Heta niha tu pirsgirêk çareser nekiriye. Dê hatina wî ne bixêrê be. Bila neyê."
DÊ BI KÎJAN RÛYÎ BÊ AMEDÊ
Kazim Yayik ê 66 salî jî anî ziman ku ew hatina Erdogan a Amedê naxwazin û dê di referandumê de bêjin "Na" Yayik anî ziman ku tiştên bi serê kurdan de hatiye kirin ne demokratîk e û wiha got: "Em Erdogan li Amedê naxwazin dê bi kijan rûyî bê Amedê. Niha li ser gelê kurd û HDP'ê zexten mezin pêk tîne. Dixwazin me tevan bigirin. Lê dê qet nikaribin bi ser bikevin. Çawa ku Nemrut Firavun û Saddam negihişt miradê xwe ew jî nagêjin miradê xwe.
‘DEMA EM BÊJIN RAWESTE HATIYE'
Welatiyê 55 salî Zekî Kartal jî anî ziman ku 30 salin seyarfiroşiyê dike û wiha got: "Divê em ji hatina Erdogan û Yildirim re bêjim raweste. Em ji hatina Erdogan û Yildirim a Amedê nexweş in."
Ciwana 22 salî Mizgin Aydemir jî anî ziman ku gelê Amedê hatina wan naxwaze û wiha got: "Gelê Amedê di Newroza 21'ê Adarê de bersîva xweş, da Erdogan û Yildirim. Gelê Amedê di Newrozê de helwesta li dijî rejîma dîkta anî ziman. Dê di referandumê de jî bêjin "Na". Ez wekî jinekê dibêjim "Na". Ew çi bikin bila bikin bersîva Amedê her dem zelal e. Em wekî Amediyan dê bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin."
GELEK CARAN HATIN Û ÇÛN LÊ ENCAM NEHAT GUHERTIN
Kalê 70 salî Mahsun Polat jî ji her kesî xwest ku her kes destê xwe dîne ser wîcdanê xwe û xwest her kes bêje Na" Polat anî ziman ku ew dixwazin di nava şertê azadî û demokrasiyê de bijîn û kes mafê wan asteng neke û wiha got: "Ez 70 salî me. Min ew qas serokomar û serokwezîr ditin hatin Amedê. Lê tevan tu tişt neguhert. Em êdî bi gotinên wan ên şêrin naxapin û em dibêjin "Na" .m
KÎ HAT Û KÎ ÇÛ?'
Welatiyê 68 salî Mahmut Zeki Bulut jî hatina Erdogan a di 1'ê Nîsanê de nirxand û wiha got: "Mizgeft çiqas mezin be, mela dîsa ya xwe dixwîne. Yên ku li gel guhdar neke gel jî wî qebûl nake. Em naxwazin serokomar û serokwezîr bên Amedê Gelek kes hatin û çûn. Kî hat û kî çû lê tiştek nehat guhertin."
Ciwanê 21 salî Mazlum Aslan jî anî ziman ku ew hatina Erdogan naxwazin û dê di 16'ê Nisanê de bersîva wan bidin wan û dê bêjin "Na."
AKP Û MHP YEK E
Rençberê 51 salî Mahmut Donat ji anî ziman ku tu cudahiya AKP û MHP'ê ji hev tune ye û wiha got: Hatina wan ne di bala me de ye. Ji bo gelê kurd tu tiştî nakin. Erdogan got "Pirsgirêka kurd pirsgireka min e" Lê heta niha qet pirsgirêka kurd çareser nekiriye. Dijberî vê yekê bêtir kûr kiriye. Çawa ku Serokomar gel hilbijartiye Parlamenterên HDP'î jî gel ew hilbijartine. Me ew hilbijartine ne ji bo bên girtin. Ji bo nûnertiya me li meclîsê bikin."