AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut hedef hat nîşandan û hat kuştin û wiha got: "Hem di qada neteweyî de û hem jî di qada navneteweyî de em ê serî li hemû riyên darazê bidin. Kuştina Kurkut carek din nîşan da ku karneya daraz û hiqûqê nebaş e.
Xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Hunerên Xweşik ê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkut, di serê sibeha Newroza 21'ê Amedê de di ketina Parka Newrozê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Bertek û nerazîbûnên li diji Kuştina Kurkut her ku diçe zêde dibin. Baroya Amedê der barê kuştina Kurkut de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, der barê kuştina Kurkut de nirxandin kirin.
'HEDEF NÎŞANDAN Û KUŞTIN'
Serokê Baroyê Ozmen, anî ziman ku îsal li gel qedexe û astengiyên mezin dîsa bi tevlêbûn û coşek mezin Newroz hat pîrozkirin û wiha got: "Me nedixwest dîmenek bi vî rengî derkeve holê û mirov bê kuştin. Pişti şerê salekê yê li Sûrê pîrozbahiya Newrozê a bi vî rengî pir bi wate û giring e. Berî ku pîrozbahiya Newrozê dest pê bike Kemal Kurkut hat kuştin. Xwestin siyê têxin ser Newrozê û pîrozbahiyê asteng bikin. Gotin 'Bi şika bombe di çentê wî de hebû' mudaxale kirine. Lê piştî dîmen derket holê, hat dîtin ku Walî agahiyên şaş dane û xwestiye ser bûyerê veşêre û bi vê daxuyaniye girsê bitirsîne. Bi zanebûn agahiyên şaş hatine dayîn. Ciwanê ser wî tazî dikarîbû bi hêsanî bi saxî bihata girtin. Lê mixabin ji pişt ve bi guleyekê kuştin. Aşkere sûcê mirov kuştinê kirine."
'EM DÊ HELÛ HÊZA XWE PÊK BÎNIN'
Ozmen, da zanîn ku ji bo hesap ji berpirsiyaran bê pirsîn hem di qada neteweyî û hem jî di qada navneteweyî de dê serî li hemû rêyan bidin û dê serî li hemû darazên eleqeder bidin. Em dê wekî baro şopdarê dozê bin. Ji bo hesap bê pirsîn çi ji destê me bê em dê bikin."
Ozmen, herî dawî da zanîn ku çi dibe bila bibe divê mirov neyên kuştin û kuştin binpêkirina mafê jiyanê ye û wiha dawîli gotinên xwe anî: "Ji ber ku nayên darizandin û nayên cezakirin van sûcan pêk tînin. Bi hezaran mînakên vê yekê di salên 1990'an de hene. Di salên 90'an de kuştiyên kujer nediyar hene. Bê hêjmar binpêkirina mafên mirovan hene. Ji ber ku hesap ji wan nehatiye pirsîn niha ev kuştin pêk tên. Wekî tê zanîn rahmetliyê Tahir Elçî hemû temenê xwe da parastina mafên mirovan Di jiyana xwe de li dijî bêzakirinê têkoşiya û her dem maf parast. Lê mixabin karneya Tirkiye ya daraze nebaş e. Em dê ji nêzîk ve dozê bişopînin."