Dozger bi israr dixwaze rektor akademîsyenan deq bike

AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê nivîsek şand ji Rektorê Zanîngeha Dicleye re û xwest akademîsyenên "têkiliya wan bi rêxistinê re' heye ji wan re bêje. Rektor jî bersîv da dozger û got: "Di nava hîndekarên perwerdehiyê de kesên têkiliya wan bi rêxistinê re tune'. Li gel vê yekê dozger dîsa ferman da û bi rojan avahiya rektoriyê xist bin dorpêç û çavdêriyê.

Serdozgerê Komarê yê Amedê di çarçoveya lêpirsînekê de nivîs ji Rektorê Zanîngeha Dîcleyê re şand û xwest agahiyan bide wan. Piştî Rektora Zaningeha Dîcleyê ya berê Ayşegul Jale Saraç a piştî hewldana darbayê di çarçoveya lepirsîna Cemaeta FETO de hat girtin. Li şûna wê Prof. Dr. Talip Gul hat tayînkirin. Piştî vê yekê dozger nivîs ji Rektorê Zanîngeha Dicleye re û xwest akademîsyenên "têkiliya wan bi rêxistinê re' heye ji wan re bêje. Rektor jî bersîv da dozger û got: "Di nava hîndekarên perwerdehiyê de kesên têkiliya wan bi rêxistinê re tune'.

Her çend Rektor bersîva "Tiştek tune" da jî dîsa Dozger bi rojan lêkolîn û çavdêrî da kirin avahiya Rektoriyê xist bin dorpêçê. Di pêvajoya dorpêç û lêkolînê de maşîneyên zirxî li der û dorê avahiye rawestiyan û polîsan nobet girt. Ji bilî xebatkarên avahiyê destûr nehat dayîn ku kesên din têkevin avahiyê.

107 AKADEMÎSYEN HATIBÛN ÎXRACKIRIN

Pişti 29'ê Cotmehê bi xala 675'an a KHK'ê hezar û 262 akademisyen, di 2'ê îlonê de bi xala 672'an a KHK'ê 2 hezar û 346 akademîsyen hatin îxrackirin. Bi akademîsyenên biryara KHK'ê ya dawî ku hatin îxrackirin, hêjmara akademîsyenên hatin gihişt 3 hezar û 850’an. Bi biryarên KHK'yan 140 hîndekarên Zaningeha Dicle hatin dûrxistin û 107 hîndekar û akademîsyen hatin îxrackirin.

Li zanîngeha ku nelirêtî heta 200 milyon TL bi belgeyan derket holê û tacîz û tecawiza li dijî xwendekarên zanîngehê lêpirsîn naye kirin 140 akademîsyen hatin dûrxistin.