Hevalên Ebû Leyla di riya Tabqayê de ne

REQA -Hevalên Fermandarê Giştî yê Hêzên Şemsî Şîmalê Faysal Ebû Leyla yê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, di operasyona Tabqayê de cih girtin. Hevalên Ebû Leyla, diyar kirin ku wan soz daye fermandarê xwe û heta şoreş temam bibe ew ê dev ji soza xwe bernedin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de, di operasyona li Navçeya Tabqayê ya tevî koalîsyona navnetewî hat destpêkirin de, ber bi Bendava Tabqayê û binkeya leşkerî ve diçin. Di navbera QSD'yiyên ku beşeke zêde ya bendavê rizgarkirin û DAIŞ'iyan de pevçûnên dijwar diqewimin. Di çarçoveya operasyonê de nêzî 10 gund hatine rizgarkirin û bi sedan tabqayî hatine xelaskirin. Hêzên Şemsî Şîmal (Roja Bakur) ên di operasyonê de cih digirin, dest nîşan kirin ku ew di xeta Ebû Leyla de tevdigerin û ew ê bajêr rizgar bikin.

'EM JI BO TABQAYÊ TEVGERIYAN'

Hêzên Şemsî Şîmalê yên bi pêşengiya Ebû Leyla beşdarî pêngava rizgarkirina Minbicê bûn, niha jî ji bo azadkirina Tabqayê tevdigerin. Ji fermandarên Şemsî Şîmalê Ebû Adil, diyar kir ku bi sedan şervanên wan di vê pêngavê de cih girtine û got, ew li xaka Sûriyeya Bakur veguherîne artêşekê. Adil, dest nîşan kir ku ew wek hêza QSD'ê li qada Sûriyeyê xwedî roleke girîng in û got, niha ew vê rola xwe li Tabqayê didin der. Adil, anî ziman ku gelek hêzan pişt daye hevdu û ev xak rizgarkirin û got, ew dixwazin vê yekîtiya xwe xurtir bikin.

'EM Ê SOZA XWE BI CIH BÎNIN'

Adil, anî ziman ku ew vê ji bo jiyaneke azadtir û abwertir dikin û wiha got: "Di warê ruhî û fikrî de em bi yekîtiyî tevdigerin. Emd ixwazên Şoreşa Sûriyeyê xurtir bikin. Em ê vê jî bi rizgarkirina cihên ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ne temam bikin. Ji ber zilma wan gelek mirovên me xaka xwe terikandin. Em ê ji bo wan jî vê xakê rizgar bikin." Adil, anî ziman ku ji destpêka Şoreşa Rojavayê ew li gel Ebû Leyla bûye û got, wan soz daye hevdu û heta ew şoreşê temam nekin ew ê dev ji soza xwe bernedin. Adil, diyar kir ku li kuderê DAIŞ'iyek hebe, ew ê wek hevrêyên Ebû Leyla li dijî wan şer bikin û wiha domand: "Îro jî pêngava Reqayê didome. Niha em dixwazin Tabqayê azad bikin. Wek Şemsî Şîmalê bi sedan şervanên me di vê pêngavê de cih digirin. Em ê gelê xwe ji zilma DAIŞ'ê rizgar bikin, me soz daye. Em baş dizanin peywir û roleke girîng li ser milê me ye. Em ê sozê Ebû Leyla yê da gelên me bi cih bînin. Em ê wek şervanên wî her tim bi vê ferasetê tevbigerin."

Adil, anî ziman ku piraniya şervanên wan li Reqa û derdora wê ne. Adil, diyar kir ku ev xak xaka wan û got, heta ku ew DAIŞ'ê ji vê xakê navêjin, ew ê şer bikin û heta ew bajarê xwe bistînin ew ê ji eniyan veneqetin.

Nazim Daştan-dîhaber