Ji bo 'nasnameyê' bi rojan di rêzê de ne!

RIHA - Li Rihayê, penaberên bêstatu ji bo ji xizmetên cemaweriyê sûdê wergirin, mecbûr in ku "Karta nasnameyî" wergirin. Penaber ji bo vê kartê wergirin, bi şev û biroj dikevin rêzê.

Li gor daneyên Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Navxweyî, li Tirkiyeyê 2 milyon û 749 û 147 penaberên sûriyeyî hene. Ji vana 270 hezar û 380 jê li navendên hêwirandinê, 2 milyon û 748 û 760 jê jî li bajarên cuda bi derfetên xwe dijîn. Herî zêde penaberên sûriyeyî li Stenbol û Rihayê hene.

Ji bo penaber ji xizmetên cemaweriyê û tenduristiyê sûdê wergirin, divê "Qerta Nasnameyî ya Demborî" wergirin. Ji bo vê jî bi saetan di rêzê de disekinin. Li Rihayê 401 hezar û 68 penaber hene. Ev penaber ji bo kartê wergirin li ber Gerînendetiya Îdareya Koçberiyê ya Bajêr dikevin rêzê û tenê ji bo hejmara rêzê bi saetan disekinin.

BI ŞEVÊ JI BO DORÊ DIKEVIN RÊZÊ

Gelek caran penaber, betaniyên xwe werdigirin û li ber îdareya koçberiyê disekinin. Dema roj hiltê, ji bo dorê berê xwe didin ber deriyê îdareyê.

Mihemed Elî (67) yê di dema êrîşa DAIŞ'ê ya Kobaniyê de hat Rihayê, diyar kir ku 7 zarokên wî hene, 6 jê çûne Ewropayê û got, tevî hevjîna xwe û zarokekî xwe ew li vir in û şert e ku nasnameyê bistînin. Elî yê ji bo rêzê ji şevê ve ketiye dorê wiha got: "Em ji êvarî ve tên vir û heta nîvroya roja din li vir disekinin. Ev mehek e em ji bo nasnameyê li vir dikevin rêzê. Gelek mirov hîn jî kartên xwe nestendine. Ber destê sibehê nêzî 200 kes li vir dicivin. Li vir bêyî kartê em nikarin tu tiştî jî bikin."

Celal Ehmed (48) ê bi şevê hatiye ber îdareya koçberiyê, da zanîn ku ew ji bajarê Dêra Zorê yê Sûriyeyê hatiye Rihayê û li vir tevî 6 zarokên xwe dijî. Ehmed, diyar kir ku ji ber li Rihayê kar tune ye, heke ew kartê bistîne ew ê ji bo xebatê biçe Manîsayê. Ehmed ê got ew ji ber şer reviyaye wiha axivî: "Li vir jî pirsgirêkên me zêde ne. Ji bo li zarokên xwe binerim divê ez bixebitim. Bêyî karta nasnameyî ne em dikarin biçin bajarekî din nejî dikarin biçin nexweşxaneyê."

Bavê 2 zarokan Ehmed Hesen (28) diyar kir ku, her roj ji bo penaberan tiştekî derdixin û got, karta wî heye lê belê divê bê guhertin. Hesen ê deh roj e tenê ji bo hejmara hejmara rêzê bigere, bi şev tê ber îdareya koçberiyê wiha got: "Em ji êvarî ve tên. Di navbera xwe de lîsteyeke navan çêdikin û heta nîvroya roja din disekinin. Lê belê bêyî dor bigihîje me em neçar dimînin vegerin. Dema rêzê didin jî, em roja din dîsa tên û li bendê dimînin ku me têxin hundur. Paşê jî dibêjim 'em ê di nava mehekê de gazî we bikin'."

Mehmûd Ehmed ê li Sûriyeyê di dema bombebaranê de birîndar bû û hat Rihayê, ji bo tedawî bibe divê karta wî ya nasnameyê hebe. Ehmed wiha got: "Zarokekî min heye. 20 roj e ji bo tedawî bibim, li vir di rêzê de me. Li nexweşxaneyê bêyî nasnameyê qeydê çênakin. Wek destê min, li pişt û lingên min jî birîn hene. Lê nikarim tedawî bibim. DAIŞ zilmeke zêde li me kir. Em ji ber zilma wan reviyan, lê em li van deran jî hetikîn."