COLEMÊRG - Li gundê Dilezî, Şîşemzîn yên girêdiyê Geverê, leşker ji bo gundên xwe vala bikin, gefa li gundiyan dixwin. Gundiyên ku ji aliyê leşkeran ve gef li wan hatin xwarin, anîn ziman ku wan di salên 90'î gundê de jî gundên xwe vala nekirine, niha jî vala nakin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê bi hatina biharê re liv û tevegra leşkerî zêde dibe. Leşkerên ku êrîşên gunda dikin, ji bo gundan vala bikin gefan li gundiyan dixwin. Weletiyên li gundên Dilezî û Şîşemzînê dijîn, anîn ziman ku ew ê li dijî gefan li ber xwe bidin û tu carî dev ji gundê xwe bernedin.
ZEXTÊN CERDEVANTIYÊ Û GUND VALAKIRINÊ!
Nazmî Ozdemîr yê ku ji gundê Dileziyê ya ku 8 kîlometre dûrî Geverê ye, anî ziman ku li gund ji hezar dengî tenê 2 deng ji partiyên pergalê re dertên, ji ber vê her dem êrîşî gundê wan tê kirin û wiha got: "Bi salan e li gund êrişên dewletê kêm nebûne û niha jî berdewam dikin. Ji ber berxwedana ku didome her dem êrîş dikin. Êrişên wan çi qas zêde bibin, em ê jî ewqasî berxwedana xwe zêde bikin." Ozdemîr diyar kir ku, cihên fermî her roj gazî gundiyan dikin ji bo bivin cerdevan û gundên vala bikin gefan li wan dixwin û wiha berdewam kir: "Me di salên 90'î de jî gundê xwe vala nekiriye, em ê niha jî vala nekin. Wek ku henekên xwe bi me bikin, ji me re dibêjin 'Bibin cerdevan'. 27 sal e ji me re vêya dibêjin, lê heta niha yek kes jî nebûye cerdevan. Ji van gundan tu caran ji bo wan cerdevan dernakevin."
27 SAL BERÊ JÎ LEŞKER LI BER DERÊ ME BÛN NIHA JÎ
Alî Erguler yê ku li Şîşemzênê dijî jî diyar kir ku, qeymeqamtiya navçeyê 3 caran gazî wî kiriye û jê re gotine gundê xwe vala bikin û wiha axivî: "Dibêjin ev der cihê operasyonê ye. Divê ku hûn ji gund derkevin. Bi dehan sal e li gundê me operasyon kêm nebûne. Her dem ji me re dibêjin gund vala bikin. Di salên 90'î de jî gotibûn, lê me dev ji gundê xwe berneda. 27 sal berê jî digotin gund vala bikin, niha jî dibêjin. Hişmendiya wan tu caran neguheriye. 27 sal berê jî leşker li ber derê me bûn niha jî."
QENDÎLA DÛYEMÎN!
Erguler anî ziman ku, qeymeqamtî ji bo gundê wan gotiye "Qendîla dûyemîn" û heke gund vala nekin, ew ê bi darê zorê gundê wan vala bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me bikujin jî em dev ji gundê xwe bernadin. Cihekî ku em herinê, lê jiyana xwe bidomînin tune ye. Ji xwe Gevera me jî hilweşandin. Yên Geverê hilweşandin niha jî dixwazin gundan hilweşînin. Dewlet tehemulî gund, navçe û çiyayên kurdan nake. Dixwaze tevî xera bike."