Malbatên Yural û Pusat serî lêdan rêzikname hat betalkirin

ENQERE - Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûreya Dewletê ya ku berê îtiraza ji bo rawestandina "Rêziknameya Revandina Cenazeyan" red kiribû, li ser serlêdana malbata Azîz Yural tevahiya rêziknameyê betal kir.

Wezareta Dadê guhertina Rêziknameya Saziya Tiba Edlî ya ku di raya giştî de wekî "Rêziknameya revandina cenazeyan" tê binavkirin ji ber ku ji Şûraya Dewletê vegeriya bû îtiraz kiribû lê ew îtiraz jî hate redkirin. Şuraya DEwletê di biryara xwe de wiha got: "Peywira wezaretê xizmeta Saziya Tiba Edlî ye, diyarkirina definkirina cenazeyan nîne."

Di 7'ê çileya 2016'an de di Rêziknameya Saziya Tiba Edlî de guhertina "Heke cenaze di nava 3 rojan de neyên wergirtin dê li goristanên bêkesan bên definkirin" hate kirin û gotina "3 rojan" ji aliyê Şuraya Dewletê ve ji rêziknameyê hat derxistin, li ser vê yekê Wezareta Dadê îtirazî vê kir, ev îtiraza wezaretê ji aliyê Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şuraya Dewletê ve hate redkirin.


Vê carê jî serlêdana malbata endamê SES'ê Azîz Yural ê dema ku li Cizîrê alîkariya tenduristiyê dida mirovan hate qetilkirin û ya malbata Muttalîp Pusat ê li Sîpoliyê hate qetilkirin hate rojeva lijneyê. Malbatan xwestin ku daxwaza rawestandina pêkanînê ya ku ji aliyê 10'emîn Daîreya Şuraya Dewletê ve hatiye dayîn bê redkirin.

MALBATÊN KU BERÊ CENAZE GIRTINE NIKARIN SERÎ LÊDIN

Hin endamên lijneyê ji bo serlêdana malbatên Yural û Pusat îtiraz kirin û îdia kirin ji ber ku cenazeyên Azîz Yural û Muttalîp Pusat beriya ku di rêziknameyê de guhertin bê kirin hatine wergirtin ev biryar ji bo wan nikare bê dayîn, xwestin daxwaza malbatan bê redkirin.

DIVÊ XIZMETÊN TIBA EDLÎ BI CIH BÎNE

Lijneya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şuraya Dewletê di 11'ê gulana 2016'an de serlêdan nirxand û bal kişand li ser rawestandina kijan sererastkirinên hiqûqî yên hatine kirin û hate gotin ku peywira Wezareta Dadê "xizmetên tiba edlî" bi cihanîne û hate gotin ku jibilî otopsiyê tu peywira Wezareta Dadê tuneye, diyarkirina karê definkirinê peywira wezaretê nîne.

SERLÊDANÊN MALBATÊN YURAL Û PUSAT HATIN QEBÛLKIRIN

Jibilî vê jî Lijneyê serlêdanên malbatên Azîz Yural û Muttalîp Pusat jî qebûl kir.

Parêzer Nuray Ozdogan a ku biryar nirxand jî diyar kir li gorî biryara berê ev biryar baştir e û wiha axivî: "Di biryara ewil de li ser dema 3 rojan birayar ku pêkanîn bê rawestandin hatibû dayîn. Niha bi temamî hate rawestandin. Yanî biryara ku ev sererastkirin bi temamî bê rasewtandin hatiye dayîn." Ozdogan bal kişand li ser biryara Lijneyê ya "karên cenazeyan bi temamî aydî Wezareta Tenduristiyê ye, Wazerata Dadê di jî mijarî de nikare rerastkirineke bike peywira wî nîne" jî wiha axivî: "Lijneyê li ser xespkirina rayeyê îtiaraze ku me kiribû qebûl kir. Careke din serlêdana Wezareta Dadê red kir." Ozdogan têkîldarî serlêdana malbatên Yural û Pusat jî anî ziman ku hemû welatî dikarin serlêdanekî bi vî rengî bikin.

Kenan Kirkaya - dîhaber