ÊLIH SÊRT- Li ser serlêdana AKP'ê serokên lijneyên sandoqan ên HDP'ê yek bi yek tên betalkirin. Duh li Nisêbînê serokatiya 24 kesan hatibû betalkirin, îro jî li Êlih û Sêrtê serokatiya 140 kesan bi hinceta "şexsiyetên rêzdar nînin" hatin betalkirin.
Beriya referanduma 16'ê Nîsanê serokatiyên lijneyên sandoqan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yak bi yek tên betalkirin. Piştî ku lîste hatin aşkerakirin li navenda Êlihê derket holê ku ji 200'î zêdetir kesên ji bo serokatiya lijneya sandoqan hatine hilbijartin endamên Egîtîm-Bîr-Sen û hin saziyên cemaweriyê ne. Rêxistina HDP'ê ya Êlihê zêdetirî 200 kesan tespît kirine û li ser vî serî li lijneya hilbijartinê da û îtiraz kir. îtarz hate redkirin.
ZÊDETIRÎ 200 MEMÛR KIRIN SEROKÊN SANDOQAN
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê têkîldarî mijarê agahiya "Li Êlihê rêxisitna AKP'ê ji bo Serokatiya Lijneya Sandoqan zêdetirî 200 kesên ku diyar kirine me tespît kir ku endamên Egîtîm-Bîr-Sen'ê û memûrên saziyên cemaweriyê ne" da.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajar ji bo 40 kesên ku ji bo serokatiya lijneya sandoqan diyar kiriye bi îdiaya "der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin" "têkîliya bi rêxistinê" "şexsên rêzdar nînin" betal kir. Îtirazên ku HDP'ê kir jî hatin redkirin, nehatin nirxandin.
SÊRTÊ SEROKATIYA 100 KESAN HAT BETALKIRIN
Serokatiya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî ya Sêrtê jî endamtiya 100 HDP'iyên ku dê li ser sandoqan peywirdar bin betal kir. Hinceta betalkirinê jî wekî "xwedî nav û nîşanên baş nînin" hate nîşandan. Kesên ku peywira wan ên sandoqan hatine betalkirin berê gelek caran li ser sandoqan peywirdar bûn.
Hate hînbûn ku ev pêkanîn li ser serîlêdana rêxistina AKP'ê ya Gungorena Stenbolê hatiye kirin û serî li 1'emîn Lijneya Hilbiratinê daye û ji bo tevahiya welat hatiye kirin. Di serlêdana ku ji aliyê rêveberiya AKP'ê ve hatiye kirin hatiye xwestin ku der barê serokên lijneyên sandoqan ên CHP'î û HDP'î de lêpirsîn hatiye vekirin an na bê lêkolînkirin.
DUH JÎ LI NISÊBÎNÊ HAT BETALKIRIN
Piştî serîlêdana ku ji aliyê partiya îxtidarê ve hatiye kirin duh li Nisêbînê ji CHP û HDP'ê serokatiya lijneya sandoqan ên 24 kesan hatibû betalkirin.