QSD li ber bendav û balefirgeha Tebqayê ye

REQA - Operesyona hêzên QSD’ê digihijin bendava û balefiregeha Tebqayê. Sivîlên li herêmê hatine rizgarkirin jî li gundê Mehmûdliyê tên bi cihkirin.

Operesyon ji bo rizgarkirina Tebqayê ji aliyê Qûwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatiye destpêkirin di roja 4’emîn de didome. Şevê din seat di 20.00’an heya serê vê sibê li ketina Bendava Firatê şerên giran di navbera Şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû dan.

Di encama şer de, gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Ji van 5 çete biçav hatin tesbîtkirin û yek kuştiyên çeteyan serçeteyeke bi navê Emîr e.

Li baskê din ê operesyonê jî, şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe ber bi balafirgeha Tebqayê didomînin. Hat zanîn ku komek şervan 6 Km nêzî balafirgehê bûne. Li herdu baskan jî şer di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de didomin.

Her wiha hat zanîn ku welatiyên sivîl ên hatine rizgarkirin jî li gundê Mehmûdliyê yê di bin ewlehiya hêzên QSD’ê de ye tên bicihkirin.