Ji girtiyan banga bihistiyariyê

STENBOL - Denîz Kaya yê li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê têkîldarî pêkûtî, îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li rêxistinên civakî yên sivîl û parlamenterên CHP'ê yên parazvanên mafên mirovan in kir.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand li ser binpêkirinên mafan, greva birçîbûnê ya girtiyan û banga bihistiyariyê li raya giştî kir. Di daxuyaniya ku hat gotin îxtidar nayê çareseriya siyasî ya demokratîk û wiha ante gotin: "Faşîzm heta dawî pêş xist bi vî rengî xwest hebûna xwe bidomîne û ji nûve avakirina herêmê de xwest careke din gelê kurd bêstatu bihêle. Bi hemû polîtîkayan ve armanc ev e." Denîz Kaya di daxuyaniyê de got ku hemû şîdet, pêkûtî, xespkirina mafan û girtinên ên li derve li girtîgehan jî tê meşandin, pêkanînê hewldana şikandina îrade, operasyonên çewisandinê yên li derve tê xwest li hundir bê temakirin û êrîşên ku rûmeta mirovan şikandinê hedef digire ji bo vê armancê tê kirin.

JI BO ŞAKRANÊ BANGAWAZÎ

Kaya di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku divê ewil bihistiyarî ji bo Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 Şakranê bê nîşandan û wiha berdewam kir: "Di bin navê lêgerîna zirav de li ser girtî û malbatan lêgerîna tazî tê ferzkirin. Hejmartina li ser piyan, li korîdorî bi rêz meş, nasnameya girtîgehê bi xwe re gerandin ve bêrûmetî û teslîmbûn li ser girtiyan tê ferzkirin. Li vî girtîgehê têkîya girtiyên li 5 qawîşan dimînin bi temamî tê astengkirin."

Kaya bang li rêxistinên civakî yên sivîl, parlamenterên CHP'ê yên ku mafên mirovan diparêzin kir û xwest pêkanînên li Şakranê bibîn û ji bo ku raya giştî bibîne hewl bidin. Kaya daxuyand ku ew ê der barê Îdareya Girtîgeha Şakranê de gilî bikin û têkîldarî pêkanînên li girtîgehan saziyên navneteweyî agahdar bikin.

'JI DAFIKA MIRINÊ RE NA'

Kaya di daxuyaniya xwe de got ku di serî de li girtîgehên Şakran, Sîncan, Edîrne û Wanê li gelek girtîgehan greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hatiye destpêkirin 30 rojan derbas kiriye û ji 15'ê Adarê pêve jî li girtêgehan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger berdewam dike. Kaya bal kişand li ser şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Ligel hemû pêkûtî, îşkence û înkarê bi dawî bibe divê tecrîd bê rakirin. Ji bo ku 'dafika mirinê' ya ku sîstem dixwaze gelê me bikişîne gotina 'Na' dê bibe destpêka şikandina van pêkanînan."