AGIRÎ - Cerdevanên li gundê Yukari Saticilara Giyadînê bi çekan riya wesayîta HDP’ê ya referandumê girtin û bi gotina “Em ê destûr nedin ku hûn li vir xebatan bidin meşandin” gef li HDP’iyan xwarin.
Cerdevanên li gundê Yukari Saticilara Giyadîna Agiriyê bi çekan riya wesayîta HDP’ê ya referandumê girtin bi gotina “Wesayîta HDP’ê nikare bikev vî gundî. Em ê destûr nedin ku hûn li vir xebatan bidin meşandin. Ev mafê me yê demokratîke” gef xwarin. Hevserokê HDP’a Giyadînê Ercan Taştan got “Em ê ligel heqaret û çêrên we jî xebatên xwe bidomînin” li ser vê yekê cerdevanan çek dirêjî HDP’iyan kirin û gotin “em ê gule berdin we.” Cerdevanên gefa mirinê xwarin bi gotinan tacîz kirin.
WELATIYÊN KETIN NAVBERÊ
Piştî jin û welatiyên gund ketin navberê cerdevan paşde vekişiyan. Piştî rageşiya hat jiyîn xebatkarên partiye çûn Qereqola Botaş a nêzî gundê Yukari Saticilarê ye û derbarê cerdevanan de serlêdana sûc kirin.