11 kes hatin girtin

DEMSIM/EDENE-Li Dersim û Edeneyê di operasyonan de kesên ku hatibûn binçavkirin ji wan 11 kes hatin girtin û şandin girtîgehan

Li Dersimê di 22'yê adarê de Cemal Aslan, Alî Ulfer û Ercan Atlim ên ku hatibûn binçavkirin û heman rojê ji aliyê dadgehê ve "bi şerta kontola edlî" hatibûn berdan li ser îtiraza dozgeriyê hatin binçavkirin û girtin.

Heman rojê Gerînendeyê Weşanê yê Giştî yê Radyo munzur Mehmet Çagri ye hatibû binçavkirin û şeva borî bi şerta "qedexeya derketina derveyî welat" hatibû berdan, xebatkarên şaredariyê Ayten Kordu û Nazli Çelîk ên ku bi şerta "kontrola edlî" hatibûn berdan jî careke din li ser îtiraza dozgeriyê hatin binçavkirin û girtin.

Endamê PM a DBP'ê Serdal Eren ê li Êlihê hate binçavkirin û anîn Dersimê, endamên MP a DBP'ê Rojhat Yaşar û rêveberê DBP'ê yê Dersimê Ufuk Sunger ên li Dersimê di 22'yê adarê de hatibûn binçavkirin jî derxistin dozgeriyê. Eren, Yaşar û Sunger bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Li aliyê din li navçeya Pulurê ya Dersimê jî di serdegirtinên malan ên 19'ê adarê de 15 kesên hatibûn binçavkirin hê jî li Midûriyeta Polîsan a Dersimê di bin çavan de ne. Li bendê ye ku 15 kesan duşemê derxînin dozgeriyê.

Li Edeneyê U.K., H.B. û H.Ç. ên ku roja borî hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. 3 kesên ku îfadeyên wan hatin girtin bi îdiaya çalakiyên li Edeneyê organîze kirine bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtine sewqî addgehê hatin kirin. H.Ç. "bi şerta kontrola edlî" hate berdan. U.K. û H.B. jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê.

Li aliyê din li Edeneyê de nava hefteyeke de yek jê jin 10 kes hatin girtin.