MAZLUMDER’a Amedê: 28’ê Sibatê wekî biryarên MGK’ê ye

AMED - MAZLUMDER’a Amedê ku 16 saziyên wê ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hatin giritn û endamên Lijneya Rêvereberiy Giştî guhertin diyar kir ku 28’ê Sibatê wekî biryarên MGK’ê ye û rewatiya wê tune ye.

Komeleya Piştevaniya bi Mazlûm û Mafê Mirovan a Amedê (MAZLUMDER), derbarê girtina 16 saziyên xwe yên ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hat girtin û endamên Lijneya Rêveberiya Giştî hat guhertin de li avahiya komeleyê civînek çapemeniyê li darxist. Baroya Amedê, serokên ÎHD, TTB, TÎHV, DÎTAM, DÎSA yên Amedê, gelek parêzvanên mafê mirovan û endamên komeleyê tevlî civînê bûn. Di civînê de destpêkê endamê Lijneya Rêveberiya Giştî yê ji kar hatiye durxistin Selahattîn Çoban, axivî. Çoban, diyar kir ku darbeya li dijî rêveberiya wan hatiye kirin rihê KHK’ê di xwe de dihewîne û wiha got: “13 şaxên me yên hatine girtin ên li herêmê ne. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna mafê mirovan bidomînin.”

'TÊKOŞÎNA MAFÊ MIROVAN LI DIJÎ ÎKTÎDARÊ TÊ MEŞANDİ’

Rêvebera şaxa Amedê Reha Ruhavîoglu, da zanîn ku ji aliyê hegemonyaya ku ji hêzê hez dike 15 şaxên komeleyên me girtin û wiha pêde çû: “Wekî sivîl di 28’ê Sibatê de MGK komkirin, OHAL îlankiriye û bi KHK’ên weşandiye 16 saziyên me girtin û endamên wê îxrackirin. Dê ev wekî şermekê bikeve dîrokê. Rûyê me pake, ji berk u ev şerm ne ya me ye, ev şerma serfermandarên ku di bin navê mafê mirovandan de cilên sivîl li xwe kirine û mejiyê xwe radestî hezkirina hêzê kirine ye. Her çiqas 19’ê Adara 2017’an Lijneya Giştî ya Awarte bi qanûnî be jî ji bo me 28’ê Sibatê wekî biryarên MGK’ê ne û ne rewame.”