Li Rihayê starta ‘Na’ hat dayîn

RIHA - Nûnerên HDP, DBP, KCD, TJA û Dayîkên Aştiyê yên Rihayê, ji bo referandumê starta “Na” dan.

Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokartîk (DBP) Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayîkên Aştiyê di çarçoveya xebatên referanduma 16’ê Nîsanê de li Rihayê starta “Na” dan. Heyeta qelebalix a ku di nava wan de Parlamenterên HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan û Dîlek Ocalan, endamê PM’ê yê HDP’Ê Ziya Çalişkan hene esnafên Balikligol, Haşîmiye û Qada Yildizê ziyaret kirin û belavokên “Na” ên ji bo referandumê hatine amadekirin belav kirin. Heyeta ku rastî eleqeyek mezin a gel û esnafan hat li Qada Yildizê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Ayhan, axivî û diyar kir ku ew ji aliyê esnaf û gelê Rihayê xwe bi keyfxweşî hatine pêşwazîkirin û wan derbarê “Na” de agahî bi gel re parvekirine.

‘EM JI PERGALA FEQÎRTÎ Û BIRÇÎBÛNÊ RE DIBÊJIN NA”

Ayhan, da zanîn ku bloka AKP û MHP’ê pergala ku bi xwere feqîrtî, felaket û krîz tine Tirkiyeyê dixwazin û wiha got: “Di vê referanduma ku bo vê sîstemê tê kirin de gotina Na dê pêşiya ferqîrtî û birçîbûnê bigire.”

Dîlek Ocalan jî wiha axivî: “Di vê guhertina qanûna bingehîn de mafê tu aliyan tune ye. Dixwazin jiyana civakî bi OHAL’ê birêve bibin. Em li dijî yekmirovî û zîhniyeta yekperestiyê ne. Xwedê tenê bitenê ye. Ger em yek kes jî bimînin em ê li dijî zîhniyeta yekperestiyê têkoşîna xwe bidomînin.”