ÎZMÎR - Platforma KESK’ê ya Îzmîrê diyar kir ku heta endamên wan ên hatin îxrackirin vegerin ser karê xwe dê têkoşîna wan bidome.
Platforma KESK’ê ya Îzmîrê, ji bo bal bikişînin ser endamên wan ên hatine îxrackirin li ber Konak Eskî Sumerbankê daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêveberên ÎHD û HDP’ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Na em naçin û li her cihî ne”, “Em ê teslîmî îxrackirin, ji kar durxistin û cezakirinên we nebin” hatin vekirin.
‘ÊRÎŞÎ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ DIKIN’
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê SES’ê yê Îzmîrê Fatîh Surenkok ve hat xwendin. Surenkok, diyar kir ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê bi KHK’a 21’emîn 99 hezar û 284 xebatkarên cemaweriyê hatine îxrackirin û wiha got: “Tenê 725 kes vegeriyan ser karê xwe. Bi OHAL û KHK’yan bêhiqûqî vegerandine hiqûqê. Li welatê ku feqîrtî û bêdadî serwere de, êrîşên li ser KESK’ê ku xwedî li mafê mirovan û aştiyê derdikeve berdewam dikin xebatkarên wê hatine îxrackirin û ji kar hatine durxistin. Tê dîtin ku êrîşî eniya ked û demokrasiyê dikin. Ji ber em aştî, demokrasî û dadê dixwazin hatine îxrackirin. Wekî KESK’ê em ê xwedî li hev derkevin û heta hevalên me vegerin ser karê xwe dê têkoşîna me bidome.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat pêkanîn.