Înîsiyatîfa Xizmên Windayan ji bo kesên jiyana xwe ji dest da mewlûd da

AMED - Înîsiyatîfa Xizmên Windayan ji bo kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Amedê mewlûd da.

Înîsiyatîfa Xizmên Windayan, ji bo kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Salona Dawetê ya City Kaplanê mewlûdek da. Di mewlûda gelek malbat tevlî bûn de dua hatin xwendin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane 4 meleyan mewlûd xwend. Piştî mewlûdê rêz hat girtin û sînevîzyona ku wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane pêk tê hat pêşandan. Di dema sînevîzyonê de malbatan dirûşmeya “Şehîd namirin” berzkirin.

Piştre Hevserokê MEYA-DER’a bi KHK’ê hatiye girtin Hasan Pençe axivî. Pençe, diyar kir ku sala 2016’an bû sala berxwedanê û wiha got: “Li dijî zilma hatiye kirin kurdan her tim li berxwedane û dê li berxwe bidin jî. Em her tim aştî û wekheviyê diparêzin. Dixwazin ziman û dîroka gelekê tune bikin. Em ê li dijî vê bêçare nesekinin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

Li ser navê malbatan bavê Rozerîn Çukur ku li Sûrê jiyana xwe ji dest da Mustafa Çukur axivî û wiha got: “Em ê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane berdewam bikin. Referandum sindoqa ji agire. Divê em xwedî lêderbikevin. Dema em biçin ser sindoqan divê zarokên me yên hatine qetilkirin ji bîr nekin. Em ji bo ‘Na’yê bixebitin.”