Cenazeyê rojnameger Nûjiyan Erhan hat definkirin

ŞENGAL – Cenazeyê rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê bi merasîmekî hate definkirin.

Cenazeyê rojnameger Nûjiyan Erhan a ku li bajaroka Xanesor a Şengalê ji aliyê komên girêdayî PDK'ê ve di 3'yê adarê de hate birîndarkirin û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da bi karwanekî ji sedan wesayîtan pêk tê anîn Şengalê. Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê, Endamên Çapemeniya Azad a Rojava ji bo oxirkirina rojnamevan Nûjiyan Erhan û şervanê YBŞ’ê Ferhat Çuva berê xwe dan Şengalê. Girseya gel ligel karwanê wesayîtan ya ku cenazeya Nûjiyan û Ferhat hilgirtibû gihiştin goristanê. Her cihê ku karwanê wesayitan derbas bû ji aliyê gelê êzidî ve bi diruşme û tilîliyan hatin pêşwaz kirin. Cenazeyên cangoriyan bi diruşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bimire Xiyanet” pêşwazî kirin. Cenazeyê rojnamevan Nûjiyan û şervanê YBŞ’ê Ferhat gihişt goristana "Şehîd Dilgeş û Berxwedan" a çiyayê Şengalê.

Merasîma cenaze bi bi merasîma leşkerî dest pê kir. Piştre li ser navê Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê Rusyar Vejîn axivî û diyar kir ew ê heta dawî li ber xwe bidin û got: “Ne cihê leşkerên tirk, ne çeteyên DAIŞ û ne jî ya PDK’ê li ser vê axa pîroz heye. Em jî Nûjiyan û Ferhad fêrî berxwedanê bûn. Nûjiyan û Ferhad ji bo me soza tolhildanê ye. Nûjiyan vejînek nû ye û jiyanek nû ye. Em bang li tevahî gelê xwe yê Êzidî dikin her cihê bikin qada berxwedan û serhildanê.”

'BI GULEYA XAYÎN ŞEHÎD KET'

Li ser navê TAJÊ jî Laleşîn Malik axivî û destnîşan kir ku Nûjiyan li hemberî çeteyan sekinî û got: “Ji Şengalê heya Nisêbînê gelê xwe yê bexwedêr silav dikin. Em ji malbata Şehîd Nûjiyan û şehîd Ferhad re sersaxî dixwazin. Serê gelê kurd û şervanan saxbe. Heya dîrok hebe û em hebin soza me Kurdistanek azad e. Ferhat heta dawiyê ser çeperên DAIŞ’ê de çû û heya gûleya xwe ya dawî şer kir û şehid ket. Nûjiyan jî bi gûleya xayîn û bêbextan şehîd ket. Em ji xayînan re dibêjin çawan Dehaq li ser vê axê bin ket, wê bi berxwedana Nûjiyan û Ferhad Dehaq carek din ser vê axê bin bikevin. Nûjiyan bi kameraya xwe dengê şervanên azadiyê û rastiya gelê xwe nîşanî cîhanê da. Em soz û peyman didin ku em ê ser şopa Nûjiyan û Ferhatan têkoşîna xwe bilind bikin.”

Cenaze bi dirûşmên "Bimre xiyanet" hatin definkirin.