'Ji bo ku êdî qatlîam çênebin Na'

ŞIRNEX - Welatiyên Deştadarê yên parlamentera HDP'ê Leyla Bîrlîk a ji bo xebatên referandumê hat pêşwazîkirin diyar kirin ku ew ji bo êdî qetlîam li welatê van çênebe di referanduma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".

Li navçeya Hezexa Şirnexê rêxistinên DBP, HDP'ê û Parlemeneta Şirnexê Leyla Bîrlîk di çarçoveya xebatên hilbijartina referandûmê çû serdana Yenîşehîrê. Şêniyên taxê bi hatina rêxisinên herêmê keyîfxweşiya xwe anî ziman û gotin ku ew her tim dixwazin parlementerên van di nav gel de be û ji bo hilbijartinê ew bi hevra xebatên "Na"yê bimeşînin. Dayîka Fatma Acar (66) jî Bîrlîk hembêz kir û da zanîn ku ew pîştî qetlîam û qiyametên Erdogan li ser gel meşandi ew biçe ser sandiqan jî ew ê ji dîktatoriya Erdogan re bibêje "Na, Na".

'HER NA YEK JI BO AZADIYA KURDAN E'

Piştî serdana taxê Bîrlîk û endamên HDP û BDP'ê çûn serdana gelê Bajarokê Deştadarê yê Hezexê. Welatiyên Deştadarê bi girseyî Bîrlîk pêşwazîkir û bi Bîrlîk û rêxistinên herêmê re mal bi mal geriyan û pisgirêkên gel guhdar kirin. Dayîka Xatûn Duderî (75) diyar kir ku ew bi hatina Bîrlîkê û hevalê wê gelek keyîfxweş buye û wiha got: "Her çiqas êşa me hebe jî em ê piştgiriyê bidin xebatên hilbijartinê. Ez kurdim. Ez ê ji bo êdî qetlîam li herêmê ne çêbin bibêjim "Na". Her xebat "Na" ji bo azadiya me kurdane. "