Polîsê ku Kemal Kurkut kuşt hat berdan

AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê lêpirsîna Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin daxuyanî da. Serdozgeriyê, diyar kir ku polîsê bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" sewqî dadgehê hat kirin, serbest hat berdan.

Serdogzeriya Komarê ya Amedê, têkildarî lêpirsîna Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, Kurkutê ku di dest wî de kêr hebûye ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin û hat ragihandin ku çi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê de ji du polîsên îfadeya wan hatiye wergirtin, yek jê serbest hatiye berdan û polîsê din ê bi daxwaza girtinês ewqî dadgehê hatiye kirin jî, bi şertê venêrîna edlî serbest hatiye berdan.