Têkildarî kuştina Kemal Kurkut: Du polîs ji peywirê hatin dûrxistin

NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, du polîs ji peywirê hatin dûrxistin.

Têkildarî lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polsîan ve hatibû kuştin, danê êvarî du polîsa serbest hatibûn berdan. Walîtiya Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku her du polîsên serbest hatin berdan ji pewirê hatine dûrxistin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Ji ebr bûyera ku qewimî ji aliyê walîtiya me ve du polîs ji peywirê hatin dûrxistin."