TEKIRDAG - Mamsoteya Zimanê Îngilîzî Kader Demirkir a piştî teşxîsa pençeşêra pêsîran lê hat kirin, bi kampanyaya "Bila pora min pora te be" bû xwedî perûk. Demirkir, anî ziman ku ji bo kesên li dijî pençeşêrê têdikoşin, perûk zaf girîng e û wiha got: "Bila pora we pora wê be, da bi awayekî azad bikaribin derkevin derve."
Komeleya Şerkarên Pençeşêrê, da texrîbata derûnî ya li ser nexweşên pençeşêrê kêm bike, bi saya kampanyaya "Bila pora min pora te be" bi bexşandina por a ji aliyê bi sedan dildarî, nexweşên pençeşêrê rûgeş dike.
Di çarçoveya kampanyayê de; bexşendeyên ji jin, mêr an jî zarokan pêk tên, herî kêm bi qasî 30 santîmî dirêj û paqij pora xwe ya jêkirî, ji bo perûkê bexşî nexweşên pençeşêrê yên pora wan hatiye weşandin dikin. Her diçe hejmara dildaran zêdetir dibe û gelek hunermend, muzîkjen û lîstikvan jî piştevaniya kampanyayê dikin. Por ji aliyê kuaforên ku di çarçoveya kampanyayê de hatine diyarkirin bêyî pere tê jêkirin û porê jêkirî ji bo nexweşên pençeşêrê yên porê wan weşiyane vediguherînin perûkan.
Yek ji kesên ku van perûkan bi kar tîne, Mamosteya Zimanê Îngilîzî Kader Demirkir (34) e ku ji ber pençeşêra pêsîran pora wê weşiyaye. Demirkir a daxilî kampanyayê bû û piştî tenduristiya wê baş bû tim pêwendiyê bi komeleyan re datîne, niha edîtoriya rûpela Facebookê ya komeleyê dike. Demirkir a di pêvajoya pençeşêrê de gelekî zehmetî kêşan, behsa pêvajoya xwe ya tedawiyê û kampanyaya "Bila pora min pora te be" kir.
Demirkir têkildarî kampanyaya "Bila pora min pora te be" wiha got: "Hêla herî xweş a van perûkan ew e ku ji pora rasteqîn tên çêkirin û dema hûn bi kar tînin kes ferq nake. Hûn bi rihetî diçin karê xwe û daxilî jiyana civakiyî dibin. Di heman demê de projeyeke zaf baş a qenciyê ye. Çimkî kesên pora xwe bexş dikin, nizanin ji bo kê wek perûk hatiye bikaranîn. Em jî kesê perûkê werdigire nas nakin, çimkî perûk ji pora çend kesan tê çêkirin."
‘HIN HANDÎKAPÊN PERGALA TENDURSTIYÊ YÊN DIVÊ BÊN SERERASTKIRIN HENE'
Demirkir, diyar kir ku pençeşêr ne ew nexweşîn e ku ji derheqê wê bê derketin û got, mirov heta dawiya emrê xwe bi wê pençeşêra daxilî bedenê dibe dijî. Demirkir, anî ziman ku di vê pêvajoyê de tengasiya herî mezin jî ew bû ku pergala tenduristiyê baş bi rê ve naçe û wiha axivî: "Hûn li benda dora xwe ne, hûn li ser înternetê randevuyê distînin. Di nexweşîna pençeşêrê de teşxîsa pêşwext zaf girîng e, lê piştî 3 mehan roja we diyar dikin. A rast ev teqabulî kuştina me dike. Hin dermanên ku divê hûn tim bi kar bînin hene, lê em nikarin wan dermanan peyde bikin. Yek ji wan dermanan bi temamî ji piyaseyê hatiye rakirin. Ya din jî em bi zorê peyde dikin. Dibêjin hemû tedawiyên pençeşêrê belaş in. Lê min di her kemoterapiya xwe de 140 lîre dida. Çima nexweşxaneya ku ez ev pereyan didimê, vê bi awayekî rast rave nake. Dibêjin 'Ya tu yê tedawî bibî yan jî nebî'. Hûn li wir dibînin ku bi tu awayî qîmetê nadin jiyana mirovan. Di vî warî de hin handîkapên pergala tenduristiyê yên divê bên sererstkirin hene."
‘BILA BI AWAYEKÎ AZAD DERKEVIN DERVE'
Demirkir, diyar kir ku nexweşên pençeşêrê yên perûkan bi kar tînin, wek siheta wan baş be daxilî jiyana civakî dibin, ev ji bo wan avantajek e û wiha domand: "Ev têkoşîneke muazam e. Ji bo şerkarekî pençeşêrê perûk zaf girîng e. Çimkî, dema sibehê hişyar dibim û li neynikê dinihêrim, nexweşîna xwe ji bîr dikim. Dema derdikevim derve çavên her kesî ne li ser min in, bi rihetî xwarina xwe dixwim an jî dema hûn mamoste bin hûn bi rihetî diçin dibistanê. Hûn daxilî jiyana civakî dibin. Perûk vê derfetê dide me."
Demirkir bo piştevaniya kampanyayê bang li her kesî kir û wiha got: "Bila pora we pora wan be, bila bi awayekî azad bikaribin derkevin derve."
Kesên dixwazin beşdarî kampanyaya "Bila pora min pora te be "(Saçım saçın olsun), dikarin li ser rûpela fermî ya Komeleya Şerkarên Pençeşêrê (Kanser Savaşçıları Derneği) û di ser rûpela "Bila pora min pora te be" ya Facebook û İnstagramê pêwendiyê deynin.