'Sozên dan bi cih neanîn'

KOCAELÎ - Ji sedî sed berastengê dîtinê Ferhat Donmez ê di 18 saliya xwe de ji ber hewaleyê bi temamî ji bînaya çavên xwe bû, ji bi li kuçeyan nikare bi awayekî serbixwe tevbigere bi gilî û gazinc e. Donmez, bal kişand ser sepandinên kêmbar ên Tirkiyeyê û got, sozên ji bo berastengên dîtinê hatine dayîn, bi tu awayî bi cih nehatine.

Ferhat Donmez (34) ê li Kocaeliyê dijî, dema 18 salî bûye ji be rhewaleyekê ji bînaya çavên xwe bûye. Donmez, ji bo li kuçeyan bi awayek serbixwe karibin tevbigerin, dixwaze hin sererastkirin bên kirin. Donmez ê tevî kekê xwe dijî, di heman demê de nerihetiya wî ya tansiyon û dilî jî heye. Donmez, anî ziman ku wî ji bo kar serlêdan kirine, lê belê ji ber ji sedî sed berasteng e tu kar peyde nekiriye.

'LI KUÇEYAN MIROVÊN NORMAL JÎ RASTÎ ASTENGIYAN TÊN'

Donmez, balê kişand zor û zehmetiyên li kuçeyan û wiha got: "Di vî warî de em rastî gelek zehmetiyan tên. Li kuçeyan mirovên normal jî ditengijin, lê dema rewş ev be mirov zehmetiyên ku kesên berasteng dijîn nikare texmîn bike."

Donmez, diyar kir ku dema ew di rê de dimeşe carinan li derna an jî li mirovand diqelibe, ev dibe sedema birîndariyê û wiha got: "Hin mirov bertekan nîşan didin. Heke riyên ji bo em bikaribin bi kar bînin hebûnan, em ê li wan neqelibiyanan."

'GELEK CARAN JI XETEREYA ECIQANDINÊ XELAS BÛM'

Donmez, dest nîşan kir ku di wesayîtên gihaniya giştî de jî bi piranî nêrdewan û pergala berhêlîkirina dengî tune ye û got, dem dem ew nizanin ku ew ê li kuderê peya bibin û ji ber vê pêdiviya wan bi mirovên di wesayîtan de ne çêdibe. Donmez wiha domand: "Di wesayîtan de pergala dengî ya cihê ku em ê lê peya bibin xweşikî naxebitin an jî qet tune ne. Ji ber ronahî jî bi pirsgirêkên, çend caran hindik mabû bieciqim. Hûn bifikirin. Çavê we qet nabîne û hûn li ronahiyê çûnhatinê ne. Divê hûn derbasî aliyê didin bibin. Hûn ê çawa derbas bibin? Pir hindik be jî pergala beralîkirinê heye; lê ev ronahî jî ji ber bêxweyîtiyê gelek caran we xelet berhêlî dike. Ji bo ez derbasî aliyê din bibim, divê kesek têkeve milê min. Yanî li bendê me ku kesek bê."

Donmez, diyar kir ku ew ji bo berastengan rê dixwazin û wiha got: "Riya bisqilêtan çêkirin, lê ji bo berastengan rm çênekirin. Mesela divê li hemû kolanan xetên qepişandî hebin." Donmez, anî ziman ku, lê belê li kolanan ev xetên qepişandî tune ne û got, dema mirov li derfetên welatên pêşveçûyî yên ji bo berastengan dinihêre, divê li Tirkiyeyê jî heman sererastkirin hebin.

'SAZIYÊN FERMÎ SOZÊN XWE BI CIH NAYÎNIN'

Donmez, da zanîn ku çalakiyên çandî yên ku berastenga bikaribin beşdarî wan bibin jî kêm in û wiha got: "Hema bêje çalakiyên çandî qet tune ne. Bi alîkariya hin kesan be jî, carinan dikarim li muzîkê guhdar bikim."

Donmez wiha axivî: "Salê carekê be jî ji bo em biçin şano an jî sînemayê, bifikirin bê em çi dikin. Divê ji bo berastengên dîtinê pêşandanên taybet ên sînema û şanoyê hebin."

Donmez, da zanîn ku wî vê rewşa xwe ragihandiye saziyên sivîl û fermî û got, hin soz hatine dayîn, lê belê ji wan sozan yek jê jî bi cih nehatiye.

'NIKARIM KAR BIBÎNIM'

Donmez, ragihand ku ew bi meşaê berastengiyê yê 3 mehan carekê distîne debara xwe dike û wiha got: "Min serî li ÎŞKÛR'ê jî da, lê karekî li gor min nedît. Çimkî, ji sedî sed beasteng im. Yanî ji ber ez berastengekî giran im, karekî nadin min. Halbûkî dikarim di karekî ku pêdivî bi dîtinê tune be de bixebitim."

Donmez, bi bîr xist ku wek wî gelek kes hene û wiha dawî lia axaftina xwe anî: "Her mirov namzetekî berastengiyê ye. Ji bo em wek mirovan bi rihetî bimeşin, dixwazin riyên li gor me bên çêkirin."