STENBOL - Ji referanduma 16'ê Nîsanê re 20 roj man. Bi nêzîkbûna referandumê re xebatên eniya 'Na' li hemû kolan û taxan berdewam dike. Eniya 'Na' wekî gloka berfê mezin dibe. Xwendekarên Meclisa Hiqûqê jî di milê hiqûqî û naverokê de gel agahdar dikin û xebatên 'Na' dimeşînin.
Ji referandûmê re 20 roj man. Xebaten 'Na' pêl bi pêl belav dibin û wekî gloka berfê mezin dibin. Xwendekarên Meclîsa Hiqûqê yên li Stenbolê jî tev li eniya xebatên 'Na' bû û gel agahdar dikin. Xwendekarên Hiqûqê bi şîara “5 deqîqeyên te yên tu ji welatê xwe reve veqetine heye" dan destpêkirin. Xwendekar li kolan, tax û navçeyan belav bûn û dest bi xebata hişyarî, agahdarî û ronîkirina xalên zagonên bên guhertin kirin. Xwendekarên kom bi kom li tax û kolanan xebatê dikin rastî eleqeyek mezin tên. Xwendekar li navçeyên Emînonu, Kartal, Beyoglu, Fatîh, Beşiktaş, Kadikoy li hev kom dibin û taxa bi tax û mal bi mal digerin. Xwendekar piştî ji dibistanê derdikevin diçin herêmên xwe û dest bi xebata kampanya "Na" dikin. Xwendekarên ku diçin Qada Eminonu di saetên nîvro de kom dibin û heta saetên êvaran xebatan dimeşînin. Xwendekarên ku stanta "Na" vekirine bertilk û cilên “Ji min Qanûna Bingehin bipirse" li xwe kirine. Li ser cil û bergê xwe dîsa nivîsa "Em xwendekarên hiqûqê yên ji bo van rojan dixwînin in. Xwendekarên din jî bi broşurên di destê xwe de kolan bi kolan digerin û xal bi xal ji welatî, esnaf, karker û hemû kesan re vedibêjin û diyar dikin ku çima pêwiste bêjin "Na." Xwendekar bi biryar û sebrek mezin xebatên xwe berdewam dikin û her çend hin caran rastî bertek û besîvên neyînî bên jî bêyî ku xwe aciz bikin bi aramî û sebrekê vegotin û xebata "Na" berdewam dikin.
HIN CARAN NIQAŞ DIBIN WEKÎ PANELAN
Xwendekar dema ger û vegotina "Çima Na" dimeşînin hin caran girse li dora wan kom dibe û kampanya "Na" dibe wekî semîner, panel û niqayan û eleqeya hemû derdorê dikişînin ser xwe.
Xwendekarê Hiqûqê yê Zanîngeha Stenbolê Ozan Tobaoglu jî wekî hemû hevalê xwe di nava xebatan de cih digire. Tobaoglu, anî ziman ku Meclisa Xwendekarên Hiqûqê piştî xebatên referandume dest pê kir hat avakirin û wiha got: "Me xwest guhertina qanûnên bingehîn ên li meclîsê dê bi xwe re çi bîne û bi xwe re çi bibe ji milê hiqûqî ve bi gel re parve bikin. Bi bo ronîkirina xalên bên guhertin me ev meclîs ava kir."
Tobaoglu, destnîşan kir ku li her der Stenbolê digerin û xebatên wan ji aliyê gel û esnafan ve rastî bertekên erênî tên û wiha got: “Partiyên siyasî ij ber ku alî ne ji milê xwe ve şirove dikin. Lê em aliyê zanistî û hiqûqî vedibêjin û gel bêtir ronî dikin. Em hewl didin rast û bêalî nêzîk bibin. Hin kes dibêjin ‘Ger ku em bêjin erê dê çi bê guhertin'. Em jî guhertinên bi 'Erê' û 'Na' dê çibibe vedibêjin.
Xwendekarê Fakulteya Hiqûqê yê Zanîngeha Stenbolê Tutku Şen ani zimam ku welati ji referandumê bêtir wekî hilbijartina giştî nêzîk dibe û guhertina qanûnê ji her kesî bêtir me eleqeder dike. Şen wiha got: "Midov dikarin bêjin 'erê' jî û dikarin bêjin 'Na' jî. Lê divê zanibin dê bi xwe re çi biguherîne. Divê tercîhek bi zanebûn bikin.
Şen, da zanîn ku li gorî wan ev guhertin ne demokratîk e û dê serxwebûna darazê têk biçe. Şen, destnîşan kir ku êdî hilbijartinek demokratîk dê ji holê rabe û êdî mekanizmaya venêrtinê dê tev têkeve destê yek mirovî. Ev guhertin erka serokomar zêde dikin û erka qanûna bingehîn lawaz dike. Êdî dê lijneya wezîran û wezîr jî ji aliyê Meclîsê ve neyên venêrtin.