Di nava bi hezaran gorî de gorên 'Bêkesan'

WAN - Li goristana Taxa Seyrantepe ya Tûşbayê 10 cenazeyên ku tê îdiakirin aîdî HPG'yiya ne, li benda wergirtinê ne.

Li Wanê, 10 cenazeyên tê diyarkirin aîdî HPG'iyên ku di pevçûnên li heremên cuda û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û li goristana bêkesan hatine definkirin, li benda wergirtinê ne. Li "qada definkirinê ya bêkesan" a li goristana Taxa Seyrenatepeya navçeya Tûşbayê ya Wanê, nêzî 30 cenazeyên ku tê îdiakirin 10 jê aîdî HPG'yiyan e hatine definkirin. Li goristanê di nav bi hezaran gorî de, li ser kêlikên 30 gorên ku li "qada bêkesan" hatine definkirin tenê hejmar hene.

DI NAV WAN DE KOBANIYÎ JÎ HENE

Li beşa bêkesan a goristanê, 3 cenazeyê mêran ên tê îdiakirin ku HPG'yî ne û di pevçûna 14'ê Çileyê de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest dane hene. Her sê cenaze ji ber nasnameya wan nehatiye diyarkirin di 1'ê Sibatê de hatin definkirin. Li cem van cenazeyan cenazeyê Niştiman Tota (Ayvan Efrîn) ê hat daxuyandin ji Kobaniyê ye û endamê YPS'ê ye jî cih digire. Malbata Tota li Efrînê ye û cenazeyê wî ji 21'ê Îlona 2016'an heta niha li benda wergirtinê ye.

4 CENAZE LI GEL HEV IN

Herî dawî ji 10 cenazeyên tê îdiakirin aîdî HPG'yiyên ku di 22'yê Sibatê de li Geliyê Şêx Cûma yê Bedlîsê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan, 7 jê hatine definkirin. Ji vana cenazeyan 4 jê li gel hev hatine definkirin û 3 yên din jî li nav gorên din hatine definkirin. Her wiha 4 jê aîdî jina ne.

Li ser van goran hejmar û sê tîpên ewil ên Bedlîsê "Bît" hatine nivîsandin.