ÎZMÎR - Helbestvan û nivîskar Şukru Erbaş têkîldarî referandûma 16'ê Nîsanê axivî û got ku ew ê sibeha 17'ê Nîsanê bibînin ku ev xerabî heta hetayê berdewam nake û dê dawî lê bê.
Ji referandûmê re 20 roj man. Xebaten 'Na' pêl bi pêl belav dibin û rastî eleqeyek mezin tên. Ji hemû beşên civakê piştgiriya "Na" zêde dibe. Bijîşk, hiqûqnas, xwendekar, karker, cotkar, kal, pir, ciwan, jin, hîndekar, akademîsyen, sendîkavan û hemû beşên civakê tev li vê pêlê dibin. Helbestvan û nivîskar Şukru Erbaş, anî ziman ku ew ê sibeha 17'ê Nîsanê bibînin ku ev xerabî heta hetayê nadomîne û dê dawî lê bê. Erbaş, bal kişand ser 12'ê Adara 1971'an û wiha got: "Wê demê salên ciwantiya min bûn. Min salên 1990’an jî dît. Lê heta niha bi qasî niha rewşek xerab min nedît. Niha demokrasî xistine bin piyan. Di rewşek wisa de refarandum nayê kirin. Bi îşkenceyê û di şertên zext û zordariyê de mirov nikare hilbijartinê bike. Ev li dijî mafên mirovan û rûmetê ye."
'DIVÊ HILBIJARTIN DI ŞERTÊN ADÎL Û AZAD DE PÊK BÊN'
Erbaş, anî ziman ku ji bo pêşerojek demokratîk û azad divê hilbijartin di nava şert û mercên azad û adîl de pêk bê û wiha got: "Zarê li me dikin ku em bêjin 'Erê'. An em dê bêjin Na û hebûna xwe berdewam bikin. An jî em dê bêjin erê û tunebûna xwe erê bikin. Dixwaze hemû welêt teslîm bigire. Dixwaze 80 milyon kes jêre sicade bibe û bejna xwe bitewîne. Tiştekî wisa ne pêkan e. Kes ji vê yekê re nabêje erê. Bi sed hezaran mirov bi KHK’ê hatin îxrackirin. Pêşveçûn xerab e. Lê ev pêşveçûn heta dawî naçe. Mirov dê ji vê yekê re bêjin raweste. Dê 17'ê Nisanê nîşan bide ku ev xerabi heta dawî naçe. Kampanya 'Na' ji aliyê gelek milan ve tê meşandin. Kampanya 'Na' li her derê û bi her awayî belav dibe û mezin dibe. Ev jî nîşan dide ku dê 'Na' bi ser bikeve. Serokomar ket Rojava lê ji nav derneket. Niha êrîşî Lîcê dike. Gelê kurd bajarê ku xera kir xist hembêza wî. Niha bi welatê dorê ketiye. Hêrsa xwe ji Hollanda û welatên Ewropa re dike. Bi zilm û zordariyê ev bi ser nakeve. Ev xarabî wisa naçe. Dawiya vê xerabiyê tune. Çareserî aştî, biratî û edalet e. Wekî din rê tune."