Livia Mattmuller: Em hatin û me dît, têkoşîn berdewam e

WAN - Ji endamên heyeta alman Civaknas Livia Mattmuller a Newroza Wanê û xebatên referandûmê yên di şert û mercên OHAL'ê de tên birêvebirin nirxandin wiha got: "Berî bêm vir, min digot qey her tişt qediyaye, têkoşîneke westdar heye. Lê ez hatim, min dît ku a rast her tişt didome."

Heyeta alman a ji 15 kesan pêk dihat ku ji bo Newroz û şopandina xebatên referandûmê hat Wanê, vegeriya welatên xwe. Di nav heyetê de parêzer, tenduristkar, rojnamger û nûnerên saziyên civaka sivîl hebûn û heyet nêzî hefteyekê bi gelek nûnerên bajêr re hevdîtin çêkirin, xebatên Newroz û referandûmê şopandin. Ji nûnerên heyetê Civaknas Livia Mattmüller, çavdêriyên xwe yên Newrozê û xebatên têkildarî referandûmê nirxandin.

‘ME HEYCANA MIROVAN DÎT'

Mattmuller, anî ziman ku beriya ew bê Tirkiyeyê, wan di çapemeniyê de çewisandinên li bajarên kurdan û mirinên di dema pêvajoya xwerêveberiyê de tim didîtin û wiha domand: "A rast bi awayekî bêhvî em hatin Wanê. Çimkî me ji dûra ve her tişt ji çapemeniyê dişopandin û rewş nebaş dixuya. Beriya em bên vir me digot qey her tişt qediyaye, têkoşîn westdar bûye. Lê ez hatim, min dît ku her tişt berdewam e. Wek delegasyon, bi hatina vir em kêfxweş bûn, çimkî me rasterast şahidiya xebatên li taxan kir. Li taxan bi taybetî dema me belavên Newrozê belav dikirin, me heycana mirovan û pêwendiya di navbera wan de dît. Hêzdariya diyalogan di navbera mirovan de, bi rastî bandoreke zêde li min kir. Heke xebatên kampanyaya 'Na'yê bi awayekî vekirî neyên meşandin jî, wisa difikriim ew têkiliya li herêmê hêviyeke mezin dide der."

Mattmuller, bûyereke dema li Taxa Şehîd Firat a Riya Armûşê digeriya hat serê wan wiha vegot: "Bûyereke ku dê tim bi bişîrînî bê bîra min hat serê me. Êvarekê dem aem li taxan dixebitîn, malbatekê ji bo çayê em vexwandin malê. Di koma me de pir kes bi tirkî nizanibû. Tenê ez pir hindik bi kurdî dizanim. Me jî bi wî zimanê hindik dizanim bi malbatê re sohbet kir. Ji malbatê jineke ciwan hat cem me. Wê jî hindik bi îngilîz dizanibû, me sohbet kir. Di dema sohbetê de got ew di pêşerojê de dxwaze bibe bijîşk. Her çi qas me baş hevdu fêm nedikir jî, lê bişîrîneke wê ya zaf xweşik hebû û ev besî her tiştî bû. Paşê li qada Newrozê min careke din ew dît. Me hevdu hembêz kir û me govend gerand. Di wê kêliyê de min fêm kir ku ne hewce ye ku mirov heman zimanî zanibe. Heman hest bi awayekî digahştin hev, ev berberî her tiştî ye."

‘JIN Û CIWAN BÊTIR DIXUYÊN'

Mattmuller, anî ziman ku ew berê beşdarî Newroza Amedê jî bûye, her çi qas Newroza Amedê qelebalixtir be jî lê heycan heman heycan bûye û wiha got: "Sala çûyîn beşdarî Newroza Amedê bûm. Lêgerîna Newroza sala çûyîn û ya îsal zêdetir bû. Hema bêje em di 4 noqteyên lêgerînê re derbas bûn. Ev bi xwe beriya têketinê stresekê li mirovan peyde dike. Her wiha ji bilî reng û flamayên HDP'ê tiştek tune bû. Lê li gel vê jî mirov kom bi kom diketin qadê, ev zaf bandorker û hêviyeke zexm dida der." Mattmüller, diyar kir ku li qada Newrozê bêtir jin û ciwan hebûn û wiha axivî: "Li qadê jin û ciwan zêde bûn. Ev jî nîşan dide ku têkoşîn li ser milê jin û jinan bi rê ve diçe. Bi taybetî dema mêr diketin nav jinên ku govend digerandin, min şermokiyek didît. Min fêm kir ku ev zêde eleqedarî têkoşîna jina ye. Ev dîmen di warê têkoşîna jinan de hêviyê dide. Berî em bên vir, hêviyeke me ya di warê têkoşînê de pir tune bû, lê piştî min ev der dît min fêm kir ku li dijî dewlet û hikûmetê berxwedaneke girîng heye. Dema ez ji vir biçim, ez ê vê fikrê jî bi xwe re bibim."