AMED - HDP'ê li ser civaka medyayî bi ser navê "Ji bi çi em dibêjin Na' kampanyayek din da destpêkirin. Ewil vîdoeyê ku bê têmaya xwe li ser azadiya ramanê ye hat parvekirin û di vê vîdeoyê de balê dikêşe ser rojnamgerên girtî, çewisandina û astegiyên li dijî çapemeniyê.
Kampanyaya "Na"yê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), her diçe xurtir dibe. Yek ji lingên kampanyayê jî civaka medyayî ye û her roj bi mijarên cuda sedemên "Na"yê tên vegotin. HDP, li ser civaka medyayî bi ser navê "Ji bo çi em dibêjin NA" kampanyayeke din da destpêkirin. Di vê kampanyayê de balê dikêşe ser azadiya ramanê, mafê jiyanê, betalê, cinayetên kar, ewlehiya kar, rûxandina ekolojîk, pirsgirêkên hawirdorê, polîtîkayên derve yên hikûmetê û bandora wan a li ser welat, girtina parlementerên HDP'ê, bi tayînkirina qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP'î, çewisandin û astengiyên li pêşberî zimanê dayikê.
Ewil vîdeoya bi têmaya azadiya ramanê, di hesabên fermî yên HDP'ê yên civaka medyayî de hat parvekirin. Di vê vîdeoyê de balê dikşe çewisandinên li ser rojnamgeran. Di vîdeoya bi ser navê "Ji bo çi em dibêjin NA" bi ser navên wek "Tu digirî", "Ji kar diavêjî", "Asteng dikî", "Dixwazî bêdeng bikî", "Nadî axaftin" û "Qedexe dikî" de sedemên "Na"yê tên rêzkirin.
Di vîdeoya azadiya ramanê de sedemên "Na"yê wiha hatine rêzkirin:
*Di sernavê "Tu digirî" de; di 2013'an 65 rojnameger, di 2014'an de 22 rojnameger, di 2015'an de 31 rojnamger, di 2016'an de jî 65 rojnamger hatin girtin,
*Di sernavê “Tu ji kar diavêjî" de; di 2014'an 330 rojnamger, di 2015'an de 590 rojnamger, di 2016'an de jî 3 hezar û 655 rojnamger ji kar hatin derxistin,
*Di sernavê “Tu asteng dikî" de; di 2013'an 35 hezar û yek, di 2014'an de 40 hezar û 773, di 2015'an de 104 hezar û 958, di 2016'an de jî 116 hezar û 126 malperên aîdî saziyên çapemenî û weşanê ji bo ragihandinê hatin astengkirin,
*Di sernavê “Dixwazî bêdeng bikî" de; di 2013'an 1, di 2014'an 2, di 2015'an 5, di 2016'an de jî 177 organên weşanê hatine girtin,
*Di sernavê "Tu nadî axaftin" de; di 2013'an hezar û 134, di 2014'an 646, di 2015'an 545, di 2016'an de jî mudaxileyî 352 civîn û xwepêşandanan hatiye kirin."