ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, li dijî betalkirina serokên lijneya sindoqan û endamên HDP'ê yên li ser serlêdana AK Partiyê ve yeko yeko tên betalkirin bertek nîşan da. Aslan, vê sepandinê wek "barbariyê" nirxand û bang li gel kir, da xwedî li sindoqan derkevin.
Li ser serlêdana AK Partiyê, serokên lijneya sindoqan û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), yeko yeko tên betalkirin. Berê li Nisêbînê 24, li Sêrt û Êlihê jî 140 serokên sindoqan hatin betalkirin. Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan li dijî vê bertek nîşan da û vê rewşê wek "Barbarî û eşqiyatiyê" nirxand.
‘ÎKTÎDAR LI PÊYÎ DRHUQÛQIYÊ YE'
Aslan, anî ziman ku her partî ji bo sindoqan kes peywirdar kirine, lê AK Partî bi van sepandinan mafê qanûnî yê partiyeke muxalif xesp dike. Aslan, dest nîşan kir ku îktîdar li pêyî derqanûniya ye û wiha axivî: "Neyta wan li holê ye ku derqanûniyên ku bandorê li encama refrandûmê bikin. Li vir hemû berpirisyarî ya AKP'ê ye. Ji xwe refrandûma ku di şert û mercên OHAL'ê de tê kirin derqanûnî ye, ne rewa ye. Û bi ser de rabe, gelek derqanûnî û xespên din bike. Ev nayê qebûlkirin. Teqez li paşperdeya vê bi awayekî aşkere hîle û sixtekarî hene. Dixwaze ji vê valahiyê îstifade bike û li şûna wan zilamên xwe bi cih bike. Li wir mebesta wan ew e ku bi encamên sindoqan li gor dilê xwe vîna gel berevajî bikin."
‘NAVÊ VÊ EŞQIYATÎ YE, HOVÎTÎ YE'
Bi hinceta "Ne kesên girambar in" endamtî û serokatiya sindoqan hatiye betalkirin. Aslan ji vê pênaseyê jî wiha got: "Li behrê çi qas dilop hebin, li cem vana jî ewqas behane hene. Sedema krîter ne guncan in, tenê ew e ku ji ber HDP'î ne, ji ber muxalif in. Hemû behaneyên din, heta ku ne biryareke darazê be, navê vê hovîtî ye, babarî ye, eşqiyatî ye. Ferzkirina bi darê zorê ye, kirineke bi zorê ye. Me dît, kesên dibêjin 'Na' wek terorîst îlan dikin. Tu huqûq, tu aqil û wijdan vê qebûl nake."
‘JI ALIYÊ QEYÛMAN VE GEF LI GUNDIYAN TÊ XWARIN'
Aslan, anî ziman ku AK Partî di hilbijartinê de bi xwe ne bawer e û got, OHAL jî têra wê nake. Aslan, ji bo veguhastina sindoqên hin gundan jî wiha got: "Bi vî awayî dixwazin tevdîreke li hemberî 'Na'yê bigirin. Em dibîhîsin û dibînin ku li Dêrik û Şemrexa Mêrdînê, li hin gundên Êlihê û gelek deverên din, qeyûm, qeymeqam û leşker gefan li gundî û keyayan dixwin. Bi awayekî aşkere gefên wek 'Heke 'Na' derkeve em ê we wek dijminê dewletê îlan bikin, lig or wê tevbigerin' dixwin."
‘HEKE GELÊ ME XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVE DÊ HÎLE LI VALAHIYÊ DERKEVIN'
Aslan, anî ziman ku dê parêzerên partiyê der barê betalkirina endam û serokên sindoqan ên HDP'ê serlêdanên huqûqî bikin û bang li gel kir, da xwedî li sindoqan derkevin. Arslan wiha domand: "Divê gelê me wek ruhê 7'ê Hezîranê xwedî li sindoqan derkeve. Heke gel xwedî li sindoqan derkeve, xwedî li dengên xwe derkeve, dê hemû hîle û sextekariyên dixwazin bikin li valahiyê derkevin."