Ji bo mafê perwerdehiya zimanê dayikê dê bibêjin 'Na'

ÊLIH - Xwendekar û rêveberên Şaxa KURDÎ-DER'a Êlihê ya bi KHK'ê hat girtin, diyar kirin ku bi girtina saziya wan mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê hatiye desteserkirin û gotin, ji ber vê ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".

Xwendekar û rêveberên Şaxa KURDÎ-DER'a Êlihê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) deriyê wê hat mohrkirin, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Xwendekar û rêveberên ku li avahiyên sendîkayên cuda perwerdehiya xwe didomînin, anîn ziman ku ji bo "Na"yê girtina saziya wan bi tena serê xwe sedemek e û gotin, bi vî awayî mafê wan ê perwerdehiya bi zimanê dayikê hatiye desteserkirin

Selahattin Yilmaz (55) ê 3 meh e li KURDÎ-DER'ê diçe qursa ziman wiha got: "Li vir em ji mamosteyên xwe hînî gelek tiştan bûn. Li vir hînî zimanê xwe yê dayikê dibim. Ji ber KURDÎ-DER hat girtin hinekî perwerdehiya me bi derengî ket. Em her roj li cihekî cuda dersan dibînin. Hemû saziyên kurdan hatin girtin. Dê bi vê pergalê re kesek tenê bi rê ve bibe û li gor dilê xwe dê saziyan bigire. Ji ber vê, ji bo hemû çand û zimanên gelan em ê bibêjin 'Na'. Gotina 'Na', ji bo careke din saziyên me neyên girtin û ji bo azadiya me gavavêtinek e."

‘TU ŞANŞEKÎ ME YÊ KU EM BIBÊJIN 'ERÊ' TUNE YE'

Ji rêveberên komeleya ku hat girtin Abdulkadir İdug jî diyar kir ku, girtina saziya wan ji bo "Na"yê bi tena serê xwe sedemeke girîng e û wiha got: "Sedema me ya ewilîn girtina saziyên me ye. Her wiha di vê referandûmê de kurd tune ne. Ji ber vê tu şensekî me yê em bibêjin 'Erê' tune ye."

‘HEKE 'ERÊ' DERKEVE DÊ RÊ LI PÊŞIYA PERWERDEHIYA ZIMANÊ DAYIKÊ BÊ GIRTIN'

Ji xwendekarên komeleyê Ferhat Bayindirê 34 salî diyar kir ku, bi girtina KURDÎ-DER'ê re hînbûna wan a zimanê dayikê jî zehmet bûye û wiha axivî: "Ji bo perwerdehiya zimanê dayikê min serî li bê atolyeyê da. Bi girtina KURDÎ-DER'ê re dersên me yên kurdî bi derengî ketin. Em li vir zimanê xwe bi pêş dixin. Ji ber vê em naxwazin tu sazî bên girtin. Hînbûna zimanê dayikê mafê her mirovî ye. Bi girtina saziyên me, ev mafê me hat desteserkirin. Heke di referandûmê de 'Erê' derkeve, dê rê li pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê bê girtin. Dê rê li ber edalet, demokrasî û azadiyê bê girtin. Ji ber vê ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'."

‘DIXWAZIM DERSÊN XWE BIDOMÎNIM'

Rojda Muhammed a 12 salî jî wiha axivî: "Em li vir hem zimanê xwe hîn dibin, hem jî hînî nivîsandina kurdî dibin. Heke asta yekemîn biqede, em ê derbasî astên din bibin. Dema ji vir mezûn bibim, dixwazim pirtûkên helbestên kurdî derxînim. Dixwazim dersên xwe bidomînim."

Ji xwendekara komeleyê Nevin Muhammed a 9 salî jî diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê dayikê zaf xweş e û wiha got: "Heta ez mezin bibim ez ê hîn bibim û ez ê karibim binivîsim. Ji ber vê da careke din KURDÎ-DER neyê girtin û ji bo perwerdehiya zimanê dayikê, dixwazim di referandûmê de 'Na' bi ser keve."