‘Ji ber fulareke kesk û sor û zer li stuyê min bû, bêvilê min şikandin'

ÊLIH - O.P. (17), yê piştî pîrozbahiyên Newroza Êlihê ji aliyê polîsan ve bêvilê wî hat şikandin, anî ziman ku ji ber fulareke kesk û sor û zer li dor stuyê wî bûye, polîsan ew derb kiriye.

Piştî pîrozbahiyên Newroza 21'ê Adarê ya li Êlihê, O.P. yê 17 salî dema ji qada Newrozê derket polîsan ew derb kir. O.P., diyar kir ku di dema pîrozbahiyê de fulareke kesk û sor û zer li dor stuyê wî bûye û got, piştî pîrozbahiyê dema ew ji qadê derketiyê du polîs ketine milên wî û ew birine cihekî tena û li wir pozê wî şikandine.

‘3 POLÎS LI MIN DAN'

O.P., diyar kir ku piştî pîrozbahiyê ew ji qadê derketiye û wiha axivî: "Li dor stuyê min fulareke kesk û sor û zer hebû. Paşê du polîs ketin milên min û min birin cihekî ku tu kes lê tune bû. 3 polîsan qederekê bi cop, oehîn û şelmaqan li min dan. Serçavê min di nav xwînê de ma. Pozê min şikiya. Min ji polîsan re got, 'Min bibin qereqolê.' Min nebirin. Li wir zaf li min dan."

‘POZŞIKANDIN NE SÛC E, FULAR SÛC E'

O.P., diyar kir ku wî ji polîsan re gotiye "Ji bo çi hûn li min didin, ma min çi kiriye?", lê polîsan heqaret li wî kiriye û wiha domand: "Polîsan got, 'Te dirûşme berz kirine. Te fulara kesk û sor û zer li dor stuyê xwe gerandiye û çi karê vê fularê li cem te heye?' Min jî got, 'Li vir we ez derb kirime, pozê min şikandiye ma ev ne sûc e?' Lê fular sûc e ne wisa?"

‘MIN GILIYÊ WAN KIR'

Piştî polîs pozê wî dişikînin, O.P. ji polîsan dixwaze ku gazî ambulansê bikin û wiha domand: "Gazî ambulansê jî nekirin û ez nebirim qereqolê jî. Bi derfetên xwe ez çûm nexweşxaneyeke taybet, tedawî bûm û min rapora derbkirinê stend. Hefteyek di ser re derbas bûye, lê hîn jî pozê min û bedena min diêşe. Min giliyê polîsên ku ez derb kirim kir, lê belê hîn jî tiştek nekirine."

WELATIYAN DÎMENÊ WAN KIŞAND

Dema polîsan li O.P. da, welatiyên li hawirdorê ew kêlî kişandin. Di dîmenan de jî dixuyê ku li dor stuyê O.P. fulareke kesk û sor û zer heye. Polîsekî bi unîforma bi awayekî tund milê xwe lê dixe û du polîsên sivîl jî dikevin milê wî û wî dibin.

BERÊ JÎ POLÎSAN DU TILIYÊN WÎ ŞIKANDINE

Li gel hefteyek di ser re derbas bûye, lê hîn jî şûna derbkirinê li ser çavê O.P. heye. Her wiha O.P., anî ziman ku 3 sal berê li navçeya Misircê ya Sêrtê, ji ber di mîtîngekê de nîşan serketinê kiriye polîsan her du tiliyên wî şikandine.