ÎZMÎR - Çalakiya greva birçibûnê ya Girtîgeha Şakranê di roja 39'an berdewam dike. Hat diyarkirin ku leşker di saetên şevê de bi ser odeyên girtiyan de digirin û girtiyan darp dikin. Midûrê girtîgehê jî gefan li girtiyan dixwe.
Di beşa T3 a Girtîgeha Şakranê de giriyên siyasî ji bo mafê siyasî, tecrîd, binpêkirina mafan 39 roj berê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn çalakiyê di roja 39'an de berdewam dikin. Hat diyar kirin ku leşkeran bi ser odeya girtiyan de girtiye û midûrê girtîgehê gef li wan xwariye. Girtiyê bi navê Ozgur Guçlu yê li malbata xwe geriya diyar kir ku di satên şevê de nêzî 50 leşkeran bi ser odeya wan de girt û êrîşî girtiyan kiriye. Guçlu, da zanîn ku piştî leşkeran bi ser odeya wan de girt, midûrê girtîgehê jî hatiye û gef li girtiyan xwariye. Guçlu, da zanîn ku midur gotiye "Hûn dê hemû roja xwe bibînin. Me çi kiriye ji we ku hûn ketine greva birçîbûnê?" û gef li wan xwariye.
Guçlu ji malbatê xwest ku parêzer û parazvanên mafên mirovan der barê vê rewşê de hestiyar tev bigerin.