AMED- KCD Û TJA'yê ji bo xwîşka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Aynê Yildirim a jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo xwîşka Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Aynê Yildirim a ku li Rihayê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê weşand. KCD'ê di daxuyaniy xwe de wiha got: "Xwîşka Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, Aynê Yildirim duh bi şev li mala xwe ya gundê Amarayê jiyana xwe ji dest da. Wefata Aynê Yildirim di serî de ji bo jinên kurd û ji bo gelê me windahiyeke mezin e. Em ji bo Aynê Yildirim a ku yek ji jinên me yên berxwedêr e, wefat kirine di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, ji hemû malbat û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin."
Peyama ku TJA'yê ji bo Aynê Yildirim weşand wiha ye:
"Xwîşka Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, Aynê Yildirim ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, em ji bo vê yekê gelek xemgîn bûne. Ji ber vî windahiyê em qasî ku xemgîn in, em dixwazin di şexsê Dayika Aynê de bibêjin ku em ê bibin şopdarên êş, hesret û hêviyên dayikên Kurdistanê. Bi vî munasebetê em ji bo Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û malbata wî sersaxiyê dixwazin û êşên wan parve dikin. Em ê êşa ku bi dîlgirtin û pêkanînên tecrîdê ya bi malabata Ocalan tê kişandin bi têkoşîna xwe ve bipirsin. Em dibêjin bila serê hemû jinên ku her mirin û windahiyê dikin wesileya azadiyê, her êşê dikin wesîleya lêgerîna heqîqetê sax be."