Nêviyê xebatkarên Şaredariya Peyasê îxrac kirin

AMED - Bi biryara KHK’ê ji 108 kadroyên Şaredariya Peyasê ya DBP’î 57 kadro hatin îxrackirin. Şaredariya ku 5 cîgirê serokan hat îxrackirin hemû personelên midûriyeta îmarê ji peyvirê hatin girtin. Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, diyar kir ku ev dixwaza avakirina bingeha rantê ye.

Bi biryarên KHK’ê ku piştî OHAL’ê ketin meriyetê gelek komele hatin girtin. Gelek karmend ji peyvirê hatin girtin. Bi zagona 677’an a KHK’ê herî zêde endam û rêvberên Şaredariyên DBP’ê û endamên KESK’ê ji peyvirê hatin îxrackirin. Heta niha 657 personelên şaredariyan yên DBP’î ji peyvirê hatin girtin. Li Şaredariya Peyasê ya Amedê jî bi biryarên KHK’ê ji 108 kadroyan 57 kadro ji peyvirê hatin girtin. Bi biryarên KHK’ê di heman demê de 5 cîgirên Serokên Şaredariyê jî ji peyvirê hatin girtin. Bi van îxracan di Şaredariyê de cîgirên Şaredaran neman. Di midûriyeta Îmarê de jî Midûrê Îmarê jî di navde 7 xebatkarên kadro ji peyvirê hatin girtin û xebatkarên vê beşê neman.

ŞAREDARÎ BÊ PEYVIR HIŞTIN

Serokê Odeya Mîmaran a Amedê û endezyarê Mîmarê yê Şaredariya Peyasê Şerefhan Aydin, diyar kir ku ev dixwaza avakirina bingeha rantê ye.
Aydin ku ji peyvirê hat îxrackirin wiha got: “Ev îxrac li dijî hiqûqê ye. Li navenda Amed û navçeyên Amedê 220 xebatkarên şaredariyê ji peyvirê hat girtin.Bi van îxracan dixwazin Şaredariyê bê peyvir bihêlin û êdî şaredarî nikaribe kar bike.

RÊ LI PÊŞ RANTÊ VEDIKIN

Aydin, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman û îxracan dixwazin rê li pêş rantê vekin û hemû kedkarên kurd tasfiye dikin. Aydin, bilêv kir ku îxrackirina kedkarên kurd û xebatkarên şaredariyê dê bi ser nekeve û encamê nastîne.