WAN - Ji 37 kesên li Navçeya Ebexê ya Wanê hatibûn binçavkirin jê 15 kes hatin girtin.
Li Navçeya Ebexê ya Wanê di 21'ê Adarê roja Newrozê de 37 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê 22 kes serbest berdan û 15 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî der barê Selami Koç, Mahmut Salazer, Îskender Bilici, Yemen Atsak, Nizamettin Gonul, Mahsun Atabey, Salîh Çiftçi, Mustafa Kaya, Feyrus Îgus, Mahsun Kaya, Abdullah Çiçek, Selami Koç, Raif Ayaz, Yılmaz Caşut û Ahmet Guneş de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ye" biryara girtinê da û şandin girtîgehê.