Nûçegîhanê me Selman Keleş 6 rojin di bin çavan de ye

WAN - Nûçegîhanê ajansa me dîhaberê Selman Keleş ku ji bo nûçe bişopîne derket kolanê û hat binçavkirin 6 rojin di bin çavan de ye. Li bendê ye ku Keleş sewqî edliyê bê kirin.

Nûçegîhanê dîhaberê Selman Keleş, xebatkarê Şaredariya Îpekyolu Arîf Aslan ê di 20'ê Adarê de ji bo nûçe bişopîne derket kolanê û hatibu binçavkirin, 6 rojin hêj sewqî dozgeriyê nehatine kirin. Keleş û Aslan hêj li Midûriyeta TEM'ê tên rawestandin. Aslan bi şika "endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin û hêj sewqî dozgeriyê nehatine kirin. Tê payîn ku Keleş û Aslan sibê sewqî dozgeriyê bikin.