Weşana têkildarî Kemal Kurkut qedexe kirin

AMED - Dozgerê Komarê der barê kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin qedexeya weyanê anîn.

Xwendekarê Zaningeha Înonu Kemal Kurkut di 21'ê Adarê de i Melelityê hat Amedê û xwest Newrozê pîroz bike. Kurkut di roja Newrosê de serê sibê ji aliyê polîsan ve li pêş rojnamegeran hat kuştin. Têkildarî kuştina Kurkut weşan hat qedexekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî weşana nûçeyan a der barê kuştina Kemal Kurkut ê di 21'ê Adarê roja Newrozê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin qedexeya weşanê îlan kir. Dozgeriyê têkildarî weşana der barê Kurkut de daxuyanî da û diyar kir ku têkildarî bûyera bi mudaxaleya çek a jiyana xwe ji dest daye Serdozgeriya Komarê li gorî hêjmara zagonê ya 5237'an lepirsîn hatiye destpêkirin. Dozgeriyê diyar kir kir ku li gorî zagona 5187'an a weşana çapemeniyê weşandina nûçeyên dîtbarî û nivîskî hatiye qedexekirin.

Di çarçoveya lepirsîna Serdozgeriya Komarê de duh 2 polîsan îfade dabûn û piştre ji aliyê heyeta dadgehê ve serbest hatibûn berdan. Hekîmê Sulh Ceza yê nobedar polîs bi şertê kontrola edlî serbest berdan.