AMED - Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu bertek nîşanî berdan polîsên ku derbarê cînayeta Kemal Kurkut de îfade dane da û wiha got: “Tê fêmkirin ki delîl hatine tunekirin berdana polîsên sûcdar, birîna di wijdana civakê de kûr kiriye.”
Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ku ji aliyê polîsan ve di Newroza Amedê de hat qetilkirin 2 polîs ji peywirê hatibûn durxistin, piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin yek jê hat berdan û yê din jî bi sûcdariya “bi qest mirov kuştiye”, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin û hat berdan.
‘HEWLDIDIN DELÎLANA JI HOLÊ RAKIN’
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu derbarê mijarê de nirxandin kirin û wiha got: “Qetilkirina Kemal Kurkut di encama bi karanîna hêzê bê sînore. Înfaz bi wêneyên hatine kişandin hatiye îspatkirin. Reşkirina wêneyên rojnamegeran a ji aliyê polîsan ve û agahiyên şaş ên ji aliyê walîtiyê ve di destpêkê de hatin dayîn hewldana ji bo ji holê rakirina delîlane.”
‘TERCÎHA HIKÛMETÊ YA SIYASÎ’
Tanrikulu, da zanîn ku şêweyê kuştinê “sûcê bi qest mirov kuştine” û wiha axivî: “Di vê hawirdora ku tê fêmkirin delîn ji holê tên rakirin de, berdana polîsên sûcdar, serî li riyên girtina polîsan nedayîn birîna di wijdana civakê de kûr kiriye. Ji peywirê durxistina polîsan hewldanek erênî ye lê bêcezakirin di binpêkirina mafê mirovan de bûye tercîha hikûmeta siyasî. Ev nîşan dide ku peywirdarên ku mafê mirovan binpê dikin ji aliyê dadgehê ve tê parastin.”