Platforma Dildarên Na: Em li dora 'Na' bûn yek

ÇANAKKALE - Platforma Dildarên Na ya Çanakkaleyê, di civîna "Çima em di referandumê de bêjin ‘Na'" bi gel re hatim cem hev. Endamên Platformê diyar kirin ku wan di vê platforma "Na" de bîrdoziyên xwe xistin beriya xwe û li dora "Na bûn yek û dê bêjin Na.

Ji referandumê re 20 roj man. Bi nêzîkbûna referandumê re hêzên li dora eniya "Na" dibin yek her ku diçe zêde dibin. Li Çanakkale jî eniya "Na" her ku diçe mezin dibe. Platforma Dildarên Na ya Çanakkaleyê, di civîna "Çima em di referandumê de bêjin 'Na'. Endamên Platforma 'Na' li Salona Mahrê ya Şaredariya Kepez civîna gel pêk anîn û niqaşên çima na" meşandin. Gelek welatî beşdarî civînê bûn û fikrên xwe yên li ser "na" parve kirin.

Platform di meha Tebaxê de di bin navê Platforma Aştî û Demokrasiyê de hat avakirin. Mamosteyê teqawît Hale Saracan, anî ziman ku hemû partî, rêxistin, komele, sazî û kesên ku xwe wekî muxalif dibînin û li dijî guhertina Qanûnê ne di bin baneyê Platformê de li hev kom kirine. Saracan, anî ziman ku berê Platforma Aştî û Demokrasiy3e avakirin û wiha got: "Berê li dijî cînayetên jinan, îstîsmarên zarokan bi tevlêbûna gelek sazî û rêxistinên cuda hat avakirin. Ji bo em bi hevre li dijî cînayet û îstîsmaran rawestin me ev ava kir. Me got partî me eleqeder nake û me ev platform ava kir. Dime ku em ji partiyên cuda bin. Dibe ku bîrdoziyên me cuda bin. Lê me hemûyan bîrdoziyên xwe xistin beriya xwe û em hatin vir. Em di referandumê de li dijî "Erê tev di eniya "Na" de bibin yek û em dê bêjin "Na".

Civînê bi niqaşan berdewam kir.