AMED - Li Kolana Hunerê ciwanên ku bi gitar û kemanê stran û newayan distrên rastî eleqeyek mezin tên. Lê ciwanên stranan dibêjin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Ciwanên ku li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê stran digotin, ji aliyê polîsan ve rastî astengiyê hatin. Li Kolana Hunerê ciwanên ku bi gitar û kemanê stran û newayan distrên rastî eleqeyek mezin tên. Lê ciwanên stranan dibêjin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Hunermendên gitarist, kemanist û ciwanên li kolanê ziv, aksesuar difirotin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsên ku hatin kolanê bi hinceta "Destûra Walî tune" ciwan asteng kirin û destûr neda
Li gel astengiyên polîsan ciwanan xebatên xwe berdewam kirin.