Destûr nedan Parlamenterê HDP'î Paylan girtiyan ziyaret bike

ANTALYA - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan ê ji bo xebatên referandumê hat Antalyayê û piştre xwest girtiyên Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ziyaret bike hat astengkirin. Destûr nedan ku Paylan girtiyan ziyaret bikin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbsolê Garo Paylan, di çarçoveya xebatên referandumê de hat Antalyayê. Paylan pişti xebatên referandumê xwest girtiyên Girtîgeha Tipa L a Doşemealti ji ziyaret bike. Dema Paylan çû girtigehê Midûrê girtîgehê diyar kir ku her tişt asayî ye û destûr neda Paylan girtiyan ziyaret bike. Parlamenterê HDP'î Paylan û rêveberên HDP'ê yên Antalya li ber deriyê girtîgehê daxuyanî dan û anîn ziman ku piştî pêvajoya çareseriyê xelas bû û mase xera kirin êdî ziyareta girtîgehan jî hat qedexekirin û wiha got: "Piştî vê pêvajoyê hemû kes girtin û avêtin hundir.

Piştî 15'ê Tirmehê girtin zêdetir bûn. Li Tirkiye hiqûq tune. Tirkiye zagonen xwe jî binpê dike. Midûrê girtîgehekê jî destûr nade wekîl têkeve girtîgehê û girtiyan ziyaret bike. Girtiyên li hundir girêdayî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ne. Em dê heta dawî mafên wan biparêzin. Ji ber ku daxwazên wan daxwazên me ne.